Li nêzî paytexta Îran Tehranê bi dijwariya 4.6 pileyî erd hejiya. Ji ber erdhejê kesekî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a Emerîkayê, erdhej şeva Pêncşem-Înê bi 55 kîlometreyî li rojhilatê Tehranê bi tundiya 4.6 pileyî qewimî.
Hate ragihandin ku erdhej saet di 00:48’an bi 25 kîlometreyî li başûrê çiyayê Demavendê bi 5.6 kîlometreyî li binê erdê pêk hatiye. Demavend ku çiyayekî volkanîk e, devera herî bilind a Îranê ye.
Di erdhejê de ku çend saniyeyan dewam kir kesekî jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî li Tehranê ji xaniyan derket. Li bajêr ku tevdîrên li dijî şewba vîrûsa koronayê dewam dike, şêniyên herêmê ketin nava panîkê.
Îran û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji wan deveran e ku li ser xeta herî çalak a sîsmîk in.
23’ê Sibatê li navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi dijwariya 5.7 pileyî erd hejiya bû û li Bakurê Kurdistanê 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, gelek kes jî birîndar bûbûn.
Mijdara 2017’an li wîlayeta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê di erdheja bi dijwariya 7.3 pileyî de 620 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.
Sala 2003’an di erdhejê de ya li wîlayeta Kemanê, bajarê Bam ê kevnare hilweşiya bû û herî kêm 31 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.
Erdheja herî giran a 30 salên dawî di sala 1990’î de li bakurê welêt bi tundiya 7.4 pileyî qewimî bû. Di erdhejê de 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn, nîv milyono kes bêmal mabûn.