Serdozgeriya Komarê ya Silopiyê ji ber axaftinên Leyla Guven yên di 18’ê tebaxa 2020’an ên li navçeya Silopiya ya Şirnexê, îdianame amade kiri bû.
Dozgeriya tirk gotinên Leyla Guven “AKP û MHP îro derkevin ewran jî, sed sal jî derbas bibe dê hesabê vê yekê bidin û ji wan re nemîne. Gelê kurd hesabê vê yekê bipirsin û em ê nehêlin werê ji bîrkirin. Ji bo hûn hesab bidin em ê li ber xwe bidin” di çarçoveya “tehrîkkirinê” de hat qebûl kir.
Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji salekê heya 3 salan ceza li Guven bê birîn.
Danişîna ewil di 31’ê cotmehê de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 3’yan a Silopiyayê bê lidarxistin.