Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, êrîş û zextên li ser endamên Meclîsa Ciwanên partiyê nirxand û got: “Ji ber 2’yemîn Kongreya Asayî ya Ciwanan a di 25’ê Mijdarê de bê li darxistin êrîş dikin. Ligel van hemû êrîşan jî, bemê bi tevlîbûnek xurt beşdarî kongreyê bibin.”
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 25’ê Mijdarê de, bi şîara “Em xwe bi rêxistin bikin, azad bibin û mêtînkariyê parçe bikin” 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne. Ciwanên partiyê demek dirêje amadekariyên kongreyê dikin. Kongre dê li Salona Konferansê ya Geterler a navçeya Rezan a Amedê bê lidarxistin. Berî kongreyê, êrîş, zest û binçavkirinên li ser endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê jî zêde bûn. Ciwanên ji aliyên polîsan ve hatin binçavkirin, rastî lêdan, gef û ferzikirina sîxurtiyê hatin. Herî dawî jî Berdevkê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Tuna Aydin hatin binçavkirin û girtin.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, derbarê binçavkirin û êrîşên li ser ciwanên partiyê yên di demên dawî zêde bûn û amadekariyên kongreyê de, axivî.
‘EMÊ BI HÊZ BEŞDAR BIBIN’
Dağ, diyar kir ku polîsîkayên zextan ên li ser ciwanên HDP’ê berdewam dikin û wiha got: “Ji ber kongreya di 25’ê Mijdarê de pêk were êrîş zêdetir kirin. Ji ber ku ciwan pêşengên civakêne tim rastî êrîşan tên. Weke hemû dema, di vê serdemê de jî ciwan dixwazin rola xwe ya pêşeng bilîzin. Ji ber vê rastî êrîşan tên. Ji bo ku kongreya me lewaz derbas bibe êrîş dikin, ciwanan binçav dikin û sîxurtiyê ser wan ferz dikin. Herî dawî Berdevkê Meclîsa Ciwanan Tuna Aydin binçav kirin û girtin. Bi van girtinan dixwazin derbê li ciwanan bixin.”
“CIWAN DÊ AZADIYA XWE DANIN HOLÊ’
Dag, da zanîn ku ligel hemû êrîşan jî, ewê bi awayekê xurt kongreya xwe li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu binçavkirin û revandin dê encam nedin. Li Amedê, hevalên me ji ber ku diçin avahiya HDP’ê tên sûcdar kirin û binçavkirin. Lê dema hevalên me tên berdan direk tên avahiya HDP’ê. Tu carî me dest ji xebatên xwe berneda. Hevalên me yên ciwan xebatên xwe bi awayekê pir xurt bi rêve dibin. Emê bi awayekê xurt beşdarî kongreyê bibin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dijî hemû polîtîkayên dewletê yên li ser ciwanan bên beşdarî kongreyê bibin. Ciwanên HDP’ê dê di kongreyê de peyamên herî xurt bide, polîtîkayên dewletê yên îmha, înkar, pişavtin û zextan. Ciwan dê di kongreyê de xwe birêxistin bikin û carek din dê azadiya xwe danin holê.”