Mamostayê Zaningehê Mecîd Xelîl diyar kir ku ji ber ku ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirsin tecrîd dikin û got; “Dewleta Tirk ti caran bi girtin û tecrîdkirinê Ocalan nikare pêşî li fikrê Ocalan bigire, ji ber ku fikrên Ocalan netewbûn jî derbas kiriye.”
Mamostayê Zaningeha Silêmaniyê Mecîd Xelîl têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandoriya fikrên wî ji ajansa me Rojnews’ê re axivî. Mamostayê Zaningeha Silêmaniyê Mecîd Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk bi tecrîdê nikare pêşî li fikrên Ocalan bigire û wiha got; “Peyamên Ocalan her dem li cîhanê belav bûne û bûne rojevên cîhanê. Peyamên wî mirovparêzîn e. Em dikarin bêjin, peyamên Ocalan ji bo netewe û gelên bindest ên Rojhilata Navîn peyamên mirovîn e.”
Mecîd Xelîl diyar kir ku peyamên Ocalan ên ji gelên bidest tên dayîn welatên emperyalîst matmayî dihêle û wiha domand; “Peyamên Ocalan ji ber ku bandorê li ser gelan dike, dijmin jî bi awayekî tund Ocalan tecrîd dikin. Li hemberî vê jî fikrê Ocalan bi hêztir dibe, wekû fîlozof û felesefevanekê, dijmin matmayî dihêle.”
Xelîl destnîşan kir ku di fikir, felsefe û siyaseta Ocalan de nûbûn hene, lewma pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn pê heye û wiha pêde çû; “Ji ber vê çendê tirsa ji fikrên Ocalan li Kurdistanê û Rojhilata Navîn sînordar nemaye. Kesên ku pirs dikin çima Ocalan tê tecrîdkirin, çima hemû mafên mirov li hemberî Ocalan tên binpêkirin, çima cîhan li hemberî vê tecrîdê bêdenge, bêguman sedema xwe tirsa ji fikrê Ocalane.”
‘Bi girtinê dixwazin fikrên Ocalan bêbandor bikin’
Mamostayê Zaningeha Silêmaniyê Mecîd Xelîl diyar kir ku girtinê dixwazin fikrên Ocalan bêbandor bikin û wiha derbirî; “Dewleta Tirk ti caran bi girtin û tecrîdkirina Ocalan nikare pêşî li fikrê Ocaln bigire, ji ber ku fikrên Ocalan netewebûnê jî derbas kiriye û her roja ku diçe li Rojhilata Navîn belav dibe.”
Mamostayê Zaningeha Silêmaniyê Mecîd Xelîl herî dawî got; “Bi salane dewleta Tirk bi girtinê nekarîne ti gav bi Ocalan paş de bide avêtin. Niha tenê yek rê li pêşiya wê maye ku ew jî tecrîda girankirî ye. Dewleta Tirk bi ti awayî nikare pêşî li fikirê Ocalan bigire, ji ber ku Ocalan xwedî fikrên azadîxwaz û mirovahiyê ne. Ti astengî nikare xwe li hemberî riya ku Ocalan li ser dimeşe bigire.”