Ji ber barana zêde gelek kes mecbûr man ku derkevin ser banê xaniyan.
Ji duşemê û wir ve heta niha 8 kes mirine, serwîsa metorolojiyê ragihand dibe ku dizî şiliya zêde û bayê xurt were.
Hişyarî hate kirin herêma li perava Pasîfîka Naverastê şilî dibe ku bibe sedema lehiya kujer.
Li kuçeyên bajarê Lismorê ava herî heta bi qata duyan a avnaiyan rabû.
Ferman hate dayin ku li bajêr 43 hezar kes demildest werin tehliyekirin. Rayedaran li ser hesabên medyaya dijîtal bang kirin ku çi kesê ku gemiyên wan hene bi hawarê ve werin.
Li Lîsmoreyê av hê 14 metre ranebûye ku tê payin heta 14 metroyan rabe lê ji niha ve jî weke bobelata herî kambax a dîrokê hate tomarkirin.
Li eyaleta Queesnlandê bi hezaran dibistan hatin girtin, bang li milyonan mirov kirin ku li malê xwe bimînin.