Ji ber lehiya zêde pira di navbera Sîdekan û gundê Meydan de rûxiya. Her wiha gundên vê herêmê jî bê ceryan man.

Duh li herêmên çiyayî yê Başûrê Kurdsitanê baranek zêde bariye, ji ber barana zêde lehî rabû û ziyanek mezin çêbû. Ji ber lehiyê gelek rê û pir xera bûn û dîrekên ceryanê qelibîn. Pira di navbera bajarokê Sîdekan û gundê Meydan ê li herêma Bradost jî rûxiya.

Welatiyê gundê Meydan Mihemed Hisên li ser mijarê ev agahî dan:“Şevê din di saet 22.30’an de ji ber barana zêde lehî rabû û pira di navbera Sidekan û Meydan rûxiya. Rêya hatinûçûnê li welatiya hate girtin. Em daxwaz ji hikûmetê dikim ku bê pirê çêbikin. Ji ber ku rêya gundiyan û xwendekan li ser wê pirê ye.”

Sabîr Qadir ê ji heman gundî jî diyar kir ku ji ber baran û lehiyê zererên mezin li ceyrana Sîdekan û herêmê bûye û gelek gund bê ceyran mane.