Ji ber barana zêde lehî li herêma Balakayetî rabû û ziyaneke mezin a madî gihîşt gundên herêmê. Rêya di navbera gundan de qutbû û pir jî ber lêhiyê ketin.
Ji vê din ve bareneke dijwar li Başûrê Kurdistanê destpê kiriye. Ji ber vê jî lehî li gelek herêmên gundewar yên rabû. Bi sedema lehiyê ziyaneke mezin a madî pêk hat. Yek ji van herêmên ku zirereke mezin gihîştiyê jî gundewarên herêma Balakayetî ya ser bi Hewlêrêye.
Li gundên Dola Rostî ya ser bi bajaroka Simêlan a Çomanê lehî rabû. Ji ber vê jî rêya 15 gundan hate girtin. Gelek pir, zevî û xetên ceyranê jî ber lehiyê ketin.
Li vê herêmê gelek mal, dukan, mizgeft û cihên giştî li ber lehiyê ketin. Ji ber vê sedemê jî gelek welatî neçar mane ku ji malên xwe derkevin.
Her wisa gundê Derben û gundê Joro yên dikevin ser herêma Hacî Omran a Hewlêrê jî lehî rabû û ziyaneke mezin gihîşt welatiyan. Ji ber rabûna avê jî rêya navbera gundan de qut bûye û zeviyên welatiyan jî zirer dîtine.