Li ser hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê re 15 roj derbaz bûn, lê encam nehatine eşkere kirin. Li gorî pisporê di warê hilbijartinan de encam ji ber nakokiyên aliyên siyasî yên dinava komîsyonê de nayên eşkere kirin.
Di 30’ê Îlona 2018’an de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkhatin, lê encam di holê de nîne.
Li ser vê yekê endamê Encûmena Komîsyona Bilnd û Serbixwe ya hilbijartinên Herêma Kurdistanê Îsmaîl Xurmalî ji RojNews re axivî. Îsmaîl got ku ew ne li benda wê ne ku di van demane de encamên hilbijartinên werin pejirandin, ji ber ku heya îtiraz neyên zelal kirin encamên dawî nayên pejirandin.
Serokê tora Şems û pisporê di warê hilbijartinê de Hogir Çeto jî got ku ji ber nakokiyên aliyên siyasî yên dinava komîsyonê de, nikarin encamên dawî yên hilbijartinê eşkere bikin. Çeto di dewamê de diyarkir ku paşxistina encamên hilbijartinê karên komîsyonê têxe bin pirsyaran, ji bo vê pêwîste komîsyon di demek zû de encaman eşkere bike.
Di 30’ê Îlona 2018’an de li Herêma Kurdistanê hilbijartinên Parlamenotoya Herêma Kurdistanê pêkhatin. Lê heya niha komîsyona hilbijartinan encamên dawî eşkere nekiriye. Komîsyonê ji bo eşkere kirina encamên hilbijartinê jî ti demek diyar nekiriye.
Nayê zanîn bê ka dê kengê encam werin eşkere kirin. Hilbijartin bi dawî bû, 15 roj derbazbûn encam di holê de nîne.