Bagera tropîkal a bi bayê bi leza saetê 200 kîlometreyî ji rojhilatê girava rêzegiravan dest pê kir û heta bi xeta rojava karîger bû.
Rayedaran bi bîlançoya vê Înê diyar kirin heta niha 28 kes mirine. Beriya niha hatibû gotin 16 kes mirine.
Agahiyên ji ber ziyana tayfûnê ji ber ku telefon û înternet nîne bi derengî digihin ber destan.
Berdevkê Saziya Rêveberiya Bobelatan Mark Tîmbal got dibe ku ziyan girantir bin û got 12 kes hê winda ne.
Li welêt, ku 80 ji 100’î zêdetirê nifûsê Katolîk e, ji ber tayfûnê cejna Noelê ya bi deh hezaran kesî asteng bû. Li qadên nêzî deryayê û li qadên ku rîska wê heye ku bobelat şapayê rabe, gelek kesan malê xwe hiştin û derketin. Li gel vê gelek balefir û gemiyan seferên xwe rawestandin.
Tayfûna Phanfoneyê bi tayfûan Haîyan re, li ser heman rêgehê bû. Haiyan ku 2013’an çêbûbû, bûbû sedema mirina 7.300 kesî.
Li Filîpînan her sal bi giştî li derdora 20 tayfûnan çû bagerên tropîkal çêdibin. Serê Kanûnê ji ber tayfûna Kammûrî bi kêmanî 13 kes miribûn.