Abdûlmenaf Osman, li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûye.

Dewleta Tirk ev kir hincet û dema Abdulmenaf Osman ji girtîgehê derket, ew asteng kir.

Ew nêzî 36 saetan li qereqola cendirmeyan ya Akhîsarê hat ragirtin.

Pişt re agahî dan malbata wî, ku ewê wî bibin Fermandariya Bajêr a Manîsayê.

Lê belê Ebdulmenaf Osman li parêzerê xwe geriya û da zanîn, ku ew birine Navenda Paşveşandinê ya Edîrneyê.

Parêzer Halîl Coşkun dibêje; hewl didin Abdûlmenaf Osman dersînor bikin; dixwazin vê yekê jî ji parêzer û malbata wî dûr pêk bînin.

Komeleya Wêjekarên Kurd jî têkildarî rewşa Abdulmenaf Osman daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha didome;

Abdulmenaf Osman, li gorî xala 4’an û xala 55’an a Qanûna Parastinê ya Biyaniyan û Navneteweyî, di nava kesên divê neyên dersînorkirin de ye.

Lewma çûna welatekî sêyem mafekî bingehîn ê Menaf Osman e.

Lê şandina wî ya Navenda Paşveşandinê ya Edîrneyê, fikarên ‘dersînorkirina’ ber bi Sûriyeyê ve dide der.”

Komele di daxuyaniya xwe de derbarê mijarê de fikarên xwe tîne ziman û wiha dewam dike;

“Eger Abdulmenaf Osman ber bi Sûriyeyê ve bê dersînorkirin, dibe ku bi êşkence û nêzîkatiyên dermirovî re rû bi rû bimîne.”

Di daxuyaniya xwe de Komeleya Wêjekarên Kurd, herî dawî jî bang li raya giştî, PENa Navneteweyî, sazî û rêxistinên hiqûqî û sivîl kir ku di vî warî de hestiyar bin.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê jî bibîr xist ku li gorî xalên 4 û 55’ê, Abdulmenaf Osman dikeve nava wan kesên divê neyên dersînorkirin.

Heke bişînin Sûriyeyê, wê cezayê kuştinê, êşkence, miameleya xerab û dermirovî lê were kirin.

Divê tavilê bê berdan.”

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, diyar kir ku ew ê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.