Bi sedan kesayetên naskirî, siyasetvan, rewşenbîr, Filîzof, hunermend, hiqûqnas û çalakvanên dostên gelê kurdin, bi daxwaza azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsa Kurd dê 10’ê Cotmehê li 74 navendên li çar aliyên cîhanê bi hevdemî civînên çapemeniyê bên lidarxistin.
Yunayse Yunyin a sendîkaya herî mezin a li Îngilistan û Îrlandaye, li ser daxuyaniya çapemeniyê ya li Strasbourgê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
10’ê Cotmeha 2023’an wê li bajarê Fransa li Strasbourgê li ber Konseya Ewropa saet 13:00’an daxuyanî bê dayîn û
Bi vê civîna çapemeniyê wê kampanyayeke nû ya navneteweyî bê destpêkirin. Esasê kampanya nû ew e ku ji bo li Tirkiyê û herêmeke berfireh pêvajoyeke nû ya aştiyê destpê bike. Ji bo ev pêvajo destpêbike şertê destpêkê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Li gel vê daxwaza herî lezgîn jî ew e ku dawî li tecrîda girangirî ya li ser Birêz Ocalan bê anîn ku nêzî 3 sal in agahî jê nayê girtin.
Di daxuyaniyê de ji bo piştevaniya kampanyayê bang hate kirin û wiha hate gotin.
Kampanya wê bi beşdariya rayedarên hilbijartî, rêveberiyên herêmî, partî û tevger, sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr û yên din, daxwaza destûra hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzeran û malbata wî re bike.
Her wiha wê bixwaze ku ji bo çareseriya siyasî, demokratîk û wekhev a pirsa Kurd, di nava şert û mercên guncav de ku karibe bi rola xwe rabe, Ocalan bê berdan.