Rojnameger Şiwan Mihemed diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirina hemû mafên mirovan û danezanên navneteweyî ne û got, divê ji bo azadiya Ocalan tevgerekî cemawerî destpê bike.
Di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan destpê kir û ji Sûriyeyê derket. Piştî ku di encama vê komloyê de di 15’ê Sibata 1999’an de hate girtin ve Ocalan tê tecrîdkirin. Herî dawî ji cezayê disîplînê lê hate birîn. Rojnameger Şiwan Mihemed li ser vê mijarê ji ajansa Rojnews’ê re axivî.
Rojnameger Şiwan Mihemed têkildarî komplo û dîlgirtina Ocalan wiha got; “Girtina Ocalan a weke rêberekî Kurd û tecrîdkirina wî binpêkirina hemû bingehên mafên mirovan, danezanên navneteweyî û qanûnan e. “
Rojnameger Şiwan Mihemed eşkere kir ku ji ber ku hikûmeta Tirk ji Ocalan û Kurdan ditirse 20 sale Ocalan dîl tê hiştin û wiha domand; “Başkirina rewşa Ocalan hêdî hêdî başkirina rewşa Kurdane. Lê berevajî xerabkirina rewşa Ocalan Tirkiye rêyekê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nahêle. Di encamê de tûndûtûjî vedigerî.”
Rojnameger Şiwan Mihemed eşkere kir ku Erdogan di siyaseta xwe binketiye û wiha pêçe çû; “Em di qonaxa dawî ya wê siyasetê de dijîn ku demeke dirêje Erdogan jêre propagandayê dike. Destpêkê wiha pênase dikir ku mafê mirovan diparêze û wê pirsgirêka Kurd çareser bike, lê berevajî bû.”
Mihemed, hêzên siyasî yên Kurdistanî ji ber bêhelwestiya wan a li hemberî tecrîda li ser Ocalan rexne kir û got; “Pêwîstbû heta niha van hêzan bi dehan kampanya bidayan destpêkirin. Parlamentoya Kurdistanê bi dehan rûniştin pêk bianiya, ji ber ku di encamê de Tirkiye cîranê Kurdan e û divê bi awayekê zextan lê bikin.”
Rojnameger Şiwan Mihemed diyar kir ku divê ji bo azadiya Ocalan tevgerekî cemawerî ya milî li seranserî Kurdistan û cîhanê destpê bike û li Ewropayê bandoriyê li raya giştî bike, da ku ji bo rewşa Ocalan zextê li Tirkiyeyê bikin û got; “Çareserkirina rewşa Ocalan vekirina deriyekê ye ji bo çareserkirina pirsgirîka Kurd.”