Gelê kurd û ciwanên Kurd yên li Swêd, Koln û Parîsê daketin qadan û azadî ji Ocalan re xwestin. Ciwanên Kurd jî bi vê armancê li Borlangeyê belavok belavkirin.

Gelê Kurd û ciwanên Kurd li çend bajar û welatên cûda yên Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Stockholm
Girseya gel li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê, Yekîtiya Jinan a Sara û Ciwanên Azad danê êvarê saet 18’an li meydana Norra Bantorgetê li hev civiya. Çalakgeran wêneyên Ocalan hildan û ber bi meydana Norrmalmstorgê dest bi meşê kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re”, “Ocalan serbest berdin”, “Kujer û faşîst Erdogan”, “Ocalan gel e, gel em in”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrîn.
Piştî ku li meydanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin, çalakî bi qîrîna dirûşma “Şehîd namirin” qediya.

Borlange
Li bajarê Borlangeyê jî, endamên Ciwanên Azad bi şiyara “Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re” ji bo tecrîdê şermezar bikin belavok belav kirin.
Ciwanan diyar kirin ku heta tecrîd bê rakirin wê çalakiyên xwe bidomînin û heta azadiya fîzîkî ya Ocalan wê têbikoşin.

Koln û Parîs
Endamên Ciwanên Şoreşger li bajarê Koln ê Elmanyayê û li paytexta Fransa Parîsê daketin qadan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.