Li Dêra Katolîk a St Johns Vîanney a Londonê li dijî tecrîdê ji bo berxwedêrên di grevê de ne merasîmekî ayînek hate pêkanîn.
Ji bo Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ên li Londonê ji 14’ê Adarê ve di çalakiya bêdawû û bêdorveger de ne li Dêra Katolîk a St Johns Vîanney a Londonê merasîmekî ayînek hate pêkanîn.
Ji bo merasîma ayînî ya ku roja Yekşemê li Dêra Katolîk a St Johns Vîanney hate kirin berxwedêrên grevan jî hatin vexwendin. Merasîma ayînî ku saetên sibê hate kirin bi sedan kes amade bûn. Di merasîmê de bi pêşengtiya Keşe Jeo Ryan ji bo berxwedêrên di grevê de ne dua hatin xwendin û li dijî zilmê payama li gel gelê Kurd in hate dayîn.
Keşe Joe Rayan ê li pêşberî bi sedan kesî axivî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti aliyê wê yê mirovî nîne, ji bo ev tecrîd bê rakirin bi sedan kesî bedena xwe dane ber rojiyên birçîbûnê.
Ryan qala girîngiya piştevaniyê ya di nava gelan de kir, anî ziman ku li dijî zilmê cih li gel gelê Kurd digirin.
Her wiha di merasîmê de Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz jî axivîn. Çalakvanan anî ziman ku li dijî tecrîdê hemû berdêl dane ber çavê xwe û li ber xwe didin.






