Li kêleka xurtkirina hobiyên zarokan û têkliya wan bi jiyanê re, baxçeyên zarokan roleke giring di amadekirina zaroka ji bo astên xwedina pêşketî, dilîze. 

Armanca baxçeyên zarokan ew e ku çavdêrî û hînkirineke baş pêşkêşî zarokên biçûk bikin. Herwiha bi jin û dayikên ku di saziyên sivîl ên kantona Hesekê de bi kar û wezîfedarin re jî, dibin alîkar.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê, li kantona Hesekê hinek baxçeyên zarokan vedike.

Baxçeyên zarokan, li ser bingha fêrkirin û perwerdeyê, herwiha şadkirina zarokan bi awayekî rêxistinkirî pêşkêş dikin. Bi vê armancê, di her baxçeyekê de odeyên ji bo xwendin û lîstikan amade dikin, her wiha odeyên ji bo xwarinê jî hene.

Di kantona Hesekê de niha 15 baxçeyên zarokan li bajar û navçeyên kantonê hene. 880 zarok li baxçeyan dimînin.

Bi giştî di her baxçeyekê de nêzî 90 zarokan hatine bicihkirin. Di her refekî de jî derdorê 15 zarok bicih dibin û bi zimanê Kurdî û Erebî fêrî xwendin û nivîsandinê dibin. Zarok di temenê 3- 4 salî têne wergirtin.

Ji rêvebirên Rêveberiya Baxçeyên Zarokan a Kantona Hesekê Kewser Ehmed derbarê sîstema baxçeyan û giringîpêdana zarokan ji ajansa me re axivî: “Armanca vekirina baxçeyên zarokan ew e ku fêrî danûstandina bi zarokan re û rêbazên perwerdehiyê bibin. Heman demê de hobiyên xwe jî nasbikin û ji bo derbasbûna dibistanan bên amadekirin.“

Kewser da zanîn ku zarok ji saet 08.00’an heya 12.00’an li baxçeyan dimînin. Kewser got: “Ji ber temenên zarokan biçûkin nikarin ji 4 saetan li baxçe bimînin.”

Kewser diyar kir ku ji ber baxçe ji bo zarokan wek bingeha fêrbûn û perwerdehiyê ne, lewma jî ew di van deman de li ser vekirina çend baxçeyên zarokan dixebitin.

(rr/bm)

ANHA