Ji bo Abdulkerîm Talli û Ahmet Talli yên birayên hev, ku beriya çar salan ji Kampa Mexmûrê hatin Swîsreyê û ji bo penaberiyê serlêdan kirin, ji bo radestî Tirkiyeyê neyên kirin, kampanyayê dest pê kir.

Abdulkerîm Talli (25) û Ahmet Talli (32) beriya 4 salan ji kampa Mexmûrê ya Iraqê hatin Swîsreyê û ji bo penaberiyê serlêdan kirin, lê belê serlêdana wan hate redkirin û tevlî ku ti eleqeya wan bi Tirkiyeyê re nîne biryar hate dayin ku radestî Tirkiyeyê bên kirin.

Her du birayên Talli, eger serlêdanên wan bi erênî bi encam nebe wê rojên bê radestî Tirkiyeyê bên kirin. Ji bo her du birayên Talli kampanya îmzeyan dest pê kir.

Her du birayên Talli ku li kantona Aaraû ya Swîsreyê li kampê ne, sala 1994’an ji ber zextên dewleta Tirk neçar man ku gundê Mijînê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê biterikînin û bi malbatî li Kampa Mexmûrê bi cih bibin.

Ji ber ku dewleta Tirk timî êrişî kampa Mexmûrê dike, her du birayên Talli neçar man ku bi rêyên qaçaxî bên Swîsreyê, lê belê serlêdana wan a penaberiyê ji aliyê dewleta Swîsreyê ve hate redkirin.

Birayên Talli diyar kirin ku eger radestî Tirkiyeyê bên kirin, wê ji aliyê dewleta Tirk ve ya bên girtin ya jî bên kuştin.

Swîsreyî jî di nav de gelek kesan ji bo neşandina birayên Talli dest bi kampanya îmzeyan kirin.

Kampanya îmzeyan ku li ser înternetê dest pê kir ji vê adresê dikare bê peydakirin:https://cdn.iframe.ly/22mWzHI?v=1&app=1