Kurd û dostên xwe amadekariyê dikin ku di salvegera komkujiyên Parîsê de 23’ê Kanûnê û 6’ê Çile, çalakiyan bikin û nîşan bidin ku komkujiyan ji bîr nakin û bînin ziman ku divê desthilatdariya Fransayê ji bo ronîkirina komkujiyan gavan biavêje.

Li Parîsê 2 komkujî çêbûn.

Di komkujiya yekem de ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) 9’ê Çileya 2013’an bi organîzasyona MÎT’ê hatin şehîd kirin.

Du komujiya duyemîn de, Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil, 23’ê Kanûna 2022’an hatin qetilkirin.

KCDK-E û TJK-E, bi riya ANFê ragihandin ku ew ê ji bo bîranîn û ronîkirina komkujiyan, 23’ê Kanûnê û 6’ê Çileyê li Parîsê meş û mitingan bikin.

KCDK-E û TJK-E, bang li Kurdan û dostên wan kirin ku li her devera lê dimînin li dijî komkujiyan rabin û nerazîbûnê nîşanî kes û hêzên vê yekê jinedîtî ve tên bidin û gotin:

Divê em dakevin qadan û bêjin: Hûn dikarin me bikujin, lê em kujeran ji bîrnakin û nadin jibrîkirin. Dibe ku hûn kujerên me nedarizînin, lê em ê we darizînin. Em ê hesabê şehîdên xwe, hesabê jinên Kurd ên hatin şehîd kirin ji we bipirsin.”