Women Defend Rojava, Înternatîonalîst Commûne û RîseÛp4 têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek dan û diyar kirin, “Di 18-19’ê Tîrmehê de em li benda her kesî ne ku li her cihî tevî van çalakiyan bibin.”
Plaformên Women Defend Rojava (Jin Rojava diparêzin), Internationalist Commune (Komuna Enternasyonalîst) û RiseUp4Rojava (Ji bo Rojava rabe ser piyan) têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyan de ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava bang hate kirin ku 18 û 19’ê Tîrmehê li her devera cîhanê çalakî bên lidarxistin.
Daxuyanî wiha ye:
“Salvegera 8’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, salvegera 41’ê ya Şoreşa Nîkaragûa û salvegera 84’an a Şoreşa Spanyayê ye.
19’ê Tîrmehê ji bo tevahiya cîhanê rojek girîng e; ne tenê di dîrokê de, lê di heman demê de di dema me û dema peş de jî; ji bo hemû kesên ku li dijî faşîzmê têdikoşin û cîhana ku em dixwazin ava bikin girîng e!
Di 19’ê Tîrmehê de, 8 sal berê, li Kobanê, Rojavayê, şoreşa herî mezin a sedsala 21’mîn dest pê kir ê ku pêşketinekê bêhempa li dijî faşîzme îfade dike. Şoreşa Rojava ji bo perçeyên din ên Sûriyê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê tîrêjên hêviyê ne. Bingeha vê şoreşê azadiya jinê ye. Rojava şoreşa jinê ye.
Ev mînaka civaka demokratîk û ekolojîk ku bi hêza jinên azad û li gorî fikrên konfederalîzma demokratîk, ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatî pêşniyarkirin, ava dibe. Li vir li Rojava/Bakurê Sûriyê, rastiyek tê jiyîn, ku jin, ciwan, gel û olên di nava pergala konfederal a xweser de qeder jiyana xwe diyar dikin û li dijî hêzên ku bi dehsalan li me zordarî kirin, werin ba hev û – bi tevgera berxwedana cîhanî re – biserkevin.”
BI SEDAN DILXWAZ TEVLÎ ŞOREŞA LI ROJAVA DIBIN
Di daxuyaniyê de işaret bi tevgerên şoreşê yên cîhanê hate kirin û hate gotin, “Dîrok nîşanî me da ku em ê serfiraz bibin ger em bi hev re rabin û şer bikin, têkiliyan ava bikin, ji hev fêr bibin û bi serhildanên dîrokî û heyî bibin yek! Di vê rojê de, ji ber vê yekê, bila em serhildana li dijî faşîzmê li Nîkaragua di 1979 de pîroz bikin. Piştî têkoşînek dûr û dirêj, dîktatoriya leşkerî ya faşîst a malbata Somoza têk çû û rê ji siyaseta sosyalîst re vebû, û bi pêşkeftinên mezin di warên perwerde û çandiniyê ava bûn. Hem şoreşa Nîkaraguayê û hem jî şoreşa Rojava li pey mîrateya navneteweyî û têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê ne, li milê bîrdozî û pratîkî ve ji hêla serhildanên din ên berê û yên heyî ve têne bandor kirin.
19’ê Tîrmeha 1936 de li dijî hewla darbeya faşîst a ku ji hêla tevgera netewperest a li dewleta Spanî ve hatî meşandin, em ê ti caran ji bîr nakin û di şopên serhildana çîna karkeran bimeşin. Bi çekên di destên gel de, çîna karker faşîzmê li bajarên sereke binxist û şoreşa civakî li Katalonya û Aragonê ragihand. Berxwedana qehreman û tekoşîna navneteweyî ya hevpar bi 50,000 dilxwazan di nava tabûrên enternasyonalîst mînakekê ji bona têkoşîna me ya îro ye.
Bi sedan dilxwazên ji çar aliyên cîhanê îro beşdarî têkoşîna şoreşê ya li Rojava/Bakurê Sûriyê dibin. Ew têne ku fêr bibin û beşdarî şoreşa jinê bibin, ku azadkirina zayendî wekî bingeha avakirina cîhanek bêyî faşîzmê li her deverê ye.
Bêyî ku zîhniyeta baviksalarî were derbaskirin, em ê nikaribin kapîtalîzm, kolonyalîzm û faşîzmê têk bibin.”
LI DIJî MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST, MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku niha du sîstemên bingehîn hene ku li dijî hev şer dikin û hate gotin, “Modernîteya kapîtalîst û faşîzma li Rojhilata Navîn di forma DAÎŞ’ê û dewleta faşîst a Tirkiyê de, bi hemû alîgirên xwe yên cîhanî re, xwe nîşan dide. Bi taybetî bi emperyalîzma DYE û koalîsyona navneteweyî ya berfireh a bi NATO re. Lê hêzên modernîteya demokratîk, ya pêşîn jî rola pêşeng a ciwan, jin, gelên bindest û karkeran, hewldanên qirkirin û dagirkirinê qebûl nakin û şerê xwe didomînin û alternatîfek ku em dixwazin bijîn, ava dikin!
Bi taybetî di demekê de ku hewl tê dayin ku dagirkeriya li seranserê Kurdistanê bi kiryarên leşkerî û bombeyên rojane, bi mebesta têkbirina şoreşa herî mezin a sedsala 21’an, dagir bike;
Di demekê de ku kolonyalîzm û faşîzm li holê ye û eşkere xwe wekî parçeyek hevgirtî ya hemî dewletên netewe li seranserê cîhanê vedibêje û Covid-19 jî wekî pêşgîriyek ji bo tedbîrên otorîter tê bikar anîn;
Di demekê de ku tundûtûjiya polîsên nijadperest, êrişên nijadperestî li çaraliyê cîhanê zêde dibe, wek mînak di kuştina nijadperest a George Floyd li Dewletên Yekbûyî, êrişên nijadperest li Hanau ya li Almanya û rewşa cîhanî ya penaberên li ser sînoran û li kampan temaşe bikin;
Di demên ku femînîzm di bin êrişê de ye, wek bombebaranên dawî yên dewleta faşîst a Tirkiyê li Kobanê nîşan da, kuştina çalakvanên jin ku dixebitin ku xwe rêxistin bikin û azad bikin jin e, û di demên ku zîhniyeta baviksalarî her roj li seranserê cîhanê jin dikujin;
Di demekê de ku hilweşîna ekolojîk a gerdûna me gihîştî rewşeke wisa û berjewendiyên kapîtalîst li ser hewcedariyên civakî yên gelan û nifşên pêşerojê tê danîn berbiçave;
Di van deman de em wek tevgerek berxwedana gerdûnî berê xwe didin şoreşê! EM JI BO ROJAVA LI SER PIYAN E!
DI 18 Û 19’Ê TÎRMEHÊ DE WÊ LI ÇAR ALIYÊN DINYAYÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN
Em hêzên ku ji azadî û mirovahiyê hez dikin û em ne tenê xwe li hember van êrîşan diparêzin, lê her wiha alternatîfek ku em difikirin ava bikin. Em li pey wan hemû kesên ku di tekoşîna mirovatiyê de ne, yê bi rûmet û azadiyê şehid ketin, yên ku canê xwe dane ji bo cîhanek çêtir û bîranînên wan ku em têkoşîna xwe didomînin zindî dibin û riya xwe didomînin.
Em, wekî Women Defend Rojava, komîna enternasyonalîst û RiseUp4Rojava, ji ber vê yekê ji rojên 18 û 19’ê Tîrmehê li dijî metingerî, faşîzm û hilweşandina ekolojî û her cûreyên zilmê bang dikin. Em ê xwepêşandanê bikin, li seranserê cîhanê bi şêwazên afirîner protesto bikin. Yên ku ji me re jiyana bi rûmet û azadiyê nehêlin, bila bizanin ka em çi difikirin. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku tevlî van rojên çalakiyê bibin û wan bi me re parve bikin!
EM JI BO ROJAVA LI SER PIYAN E!
Şoreşa li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê wê biser bikeve – faşîzm were şikandin.
Bijî hevgirtina navneteweyî!”