Sosyologa Swîsreyî Lena Ajdacîc li Lozanê di panêlê de axivî û got, ”Pergala ku jinên Kurdan li Rojava ava kirine, ji hemû pergalên cihanê pêşketîtir e. Ji bo dahatuya mirovahiyê teqez divê mirov li şoreşa Rojava xwedî derkeve”.
Ji hêla Meclîsa Jinan a Kurd a Laçînê ya Lozanê ve bi navê ”Li Rojhilata Navîn Ronesans û Şoreşa Jina Kurda” panêlek hate lidarxistin. Nûnera PYD’ê ya Ewropayê Zozan Dêrik li panêlê got beriya Şoreşa Rojava jin di nav pergaleke zilam serwer ya feodal de dijiyan lê piştî şoreşê jinên Rojava bûye hêviya jinên cîhanê.
Dêrik got, ‘Jinan di hemû qadên şoreşê de bi roleke mezin rabûn û destkeftiyên mezin pêk anîn’ û got, Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.
‘ÊN KU DIGOTIN, ‘CÎHANEKE DÎ PÊKAN E’ LI CEM ME BÛN
Dêrik bal kişande pêvajoya destpêka êrîşên dagirker ên li ser Efrînê û got wê demê li Ewropayê wan li deriyê her kesî daye lê pergalên dewletan guh nedane wan û got, ”Dema ku gelê me dihate kuştin cîhanê xwe kerr kir. Lê beşên bihistyar, ango gelê me li rex mebû. Hin tevlî şoreşê bûn û şehîd bûn, bîranîna wan tim li Rojava wê bijî. Şoreşa Rojava ne tenê ya Kurdan e, şoreşa hemû jinên cîhanê ye, ku dibêjin, cîhaneke dî pêkan e”
HAMÎ: BI ALÎKARIYA GELÊ XWE EM BIRÎNÊN XWE DOPÊÇIN
Hevseroka Heyva Sor a Kurdistnaê ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Cemîja Hamî jî bal kişande ser xebatên Heyva Sor û got, ”Hevya Sor a Kurdistanê ya Rojava îro li Rojava û herêmê ji bo gelan bûye hêvî. Di vê pêvajoya giran de tenê me destê alîkariyê da da. Cîhanê xwe kerr û kor kir lê bi desteka gelê xwe, me birînda mirovên xwe pêça û em dipêçin”.
RUÎZ: BI HEVKARIYÊ PIRSGIRÊK ÇARESER DIBIN
Parlamentera Netewî ya Partiya Sosyalîst a Swîsre Rebacca Ruîz jî bal kişande ser girîngiya têkoşîna jinên Kurd a ji bo jinên cîhanê. Rebacca got ew li pişt jinên Kurdan in.
MÎSÎEGO: PKK NASNAMEYEKE JINA AZAD AVA KIR
Piştre Encûmena Şaredariya Renensê ya Partiya Karker a Swîsreyê Celîna Mîsîego got pratîka ku jinên Kurd li Rojava nîşan daye ji bo jinên cîhanê mînak e û got, ”PKK li Rojhilata Navîn li qadeke dijwar nasnameya jina azad ava kir”. Mîsîego got têkoşîna jina Kurd jinên cîhanê wêrek kir.
Mîsîego her wiha got divê jinên cîhanê li ber ronkahiya têkoşîna jina Kurd werin cem hev û têbikoşin.
AJDACÎC: JI BO SIBEROJA MIROVAHIYÊ DIVÊ EM LI ROJAVA XWEDÎ DERKEVIN
Li panêlê herî dawî ji Zanîngeha Lozanê Sosyolog Lena Ajdacîc axivî, diyar kir ku pergala ku li Rojava hatiye dadnîn ji bo gelên cîhanê girîng e û domand, ”Pergala ku bi pêşengiya jinan li Rojava hatiye danîn ji hemû pergalên cîhanê pêşketîtir e. Hem ji hêla demokratîk ve û hem jî li cihê jinê ya di nav vê pergalê de dema ku mirov lê dinere em pergaleke wiha ku girîngiyê dide jine em nabînin.”
‘DIVÊ EM TORA HEVGIRTINÊ AVA BIKIN’
Ajdacîc got ji dahatuya gelên cîhanê û jinan divê mirov li Şoreşa Rojava xwedî derkeve û got, ”Hem Swîsre û hem jî dewletên din ji bo berjewendiya xwe ya bazirganî bi dewleta Tirk re ku dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne hevkariyê dikin. Li dijî vê divê em ji bo Rojava toreke mezin a hevgirtinê ava bikin.’