Sedat Atsiz (54) saliye 30 sale li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê girtin.
Sedat Atsiz ji ber ku “poşmanîtî” qebûl nekir di 1’ê Adarê de berdana wî 3 mehêndin hat taloqkirin.
Piştî vê di 5’ê Hezîranê de careke din 3 mehan berdana wî hat taloqkirin.
Malbata Atsiz, di 5’ê Hezîranê de li girtîgehê geriya û rêveberiya girtîgehê ragihand ku careke din berdana wî hatiye taloqkirin.
Sedema berdanê nehat ragihandin.
Malbata Sedat Atsiz jî ji ber vê neheqiyê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.