Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û waziyê wî Mazlûm Dînç, ji bo biçin Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, xuşka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.