Ji Parêzerên Buroya Hiquq ya Sedsalê Suzan Akipa, İbrahim Bilmez, Emran Emekçi û Cengiz Yürekli, serî Serdozgeriya Komarê ya Bursa û Muduriyeta Girtîgeha Imraliyê dan û daxwaz kirin ku biçin Giravê û bi muwekîlên xwe, Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayri Konar, Hamili Yıldırım û Veysi Aktaş gre hevdîtinê bikin.

Parêzeran destnîşan kir ku hevdîtin bi riya dîsplîna nehiquqî û keyfî têne asteng kirin û 38 meh in ji muwekîlên xwe tu agahî ne girtine. Vê jî fikarên wan, malbatan û tevahiya raya giştî ya Tirkiyê mezin kiriye.

Parêzeran got; Em weke parzêer dixwazin ku mafê me yê hevditina bi muwekîlên me re, mafê muwekîlên me yên bi parêzerên xwe re neyê asteng kirin û destur bê dayin ku biçin Giravê û muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.

Parêzeran daxuyaniya Wezîrê Edaletê ku got tecrîd nîne û astengkirina hevdîtiunan jî nîne bibîrxistin û gotin; Eger tecrîda astengiyan nebe divê destur bê dayin ku em bi çin Giravê û bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.