Li Êrîvanê vê Duşemiyê  5000 kes daketin kolanan û bang li Serokwezîr Nîkol Paşînyan kirin ku îstîfa bike. Opozisyon Paşînyan tawanbar dike ku dixwaze tevahiya Qerebaxê bide Azerbaycanê.

Serokê muxalefetê û Alîkarê Serokê Meclisê Îşan Sagatelyan daxuyanî da nûçegihanê AFP’ê û wiha got: “Ji bo ku Paşînyan neçarî îstîfakirinê bê kirin, em tevgereke gel didin destpêkirin.”

Sagatelyan, serokwezîrê 46 salî Paşînyan ku dixwaze tevahiya Qerebaxa Jorîn bide Azerbaycanê sûcdar kir û ragihand, “Xayîn e, derew li gel kir.”

Sagatelyan diyar kir ku Paşînyan ne xwediyê rayeya gel e ku bikare Qerebaxê bide.

Şerê di sala 2020’an de ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ku 30 sal in ji bo Qerebaxa Jorîn şer dikin, 6 hefte dom kir û rê li ber mirina zêdetirî 6 hezar û 500 kesan vekir. Di encama şer de bi navbeynkariya Rûsyayê agirbest pêk hat.

Azerbaycana ku dewleta Tirk bi awayeke rasterast alîkariya wê dike, di çarçoveya peymanê de beşeke girîng ji xaka Qerebaxê wergirt.

Agirbesta ku Rûsya pêşengiya wê kir, li Ermenistanê weke “heqareteke neteweyî” hat dîtin û bi hefteyan bû sedema nerazîbûnan.

Di meha Nîsanê de, Serokwezîr Nîkol Pashînyan di axaftina xwe ya li Meclîsê de gotibû, “Civaka navneteweyî ji Ermenistanê dixwaze ku daxwazên xwe yên di derbarê Qerebaxê de kêm bike.”

Muxalefetê van gotinan weke hewldaneke ku Qerebaxa Jorîn bi tevahî bide Azerbaycanê şîrove kir.

Sagatelyan hişyarî da û anî ziman, “Heta ku Paşînyan li ser desthilatdariyê bimîne wê xwepêşandan bidomin.”

GELO WÊ YÊRÎWAN QEREBAXA JORÎN BIDE BAKU?

Di meha Nîsanê de Ermenistan û Azerbaycanê ragihandin ku ji bo çareseriya pirsgirêkê amadekariya danûstandinan dikin. Ev daxuyanî di çarçoveya hevdîtina Paşînyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ya li Brukselê hatin kirin de hate dayîn.

Piştî danûstandinên li Brukselê, her du rêveberan talîmatên amadekariya danûstandinan dan wezaretên pêwendîdar ên welatên xwe.

Rêveberiya Bakuyê di nîvê meha Adarê de pêşniyarên xwe yên ji bo peymana aştiyê pêşkêş kir. Peymana aşitiyê naskirina yekparetiya axê hevûdu pêşbînî dike. Ev tê wê wateyê ku Ermenistan qebûl dike ku Qerebax beşek ji Azerbaycanê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan di daxuyaniya ku beriya niha de dema li ser pêşniyarên Azerbaycanê nirxandin dikir, diyar kir ku ji hêla Ermenistanê ve, “Pirsgirêka Qerebaxê ne meseleyeke erdî ye, meseleya mafan e.”