Dostên gelê Kurd 10’ê cotmehê pêngava Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ragihandin.

Di çarçoveya kampanyayê de, niha kampanya şandina kartan destpêkir.

Vê ji bo Rêber Apo 100 hezar kart bên nivîsandin û bişînin Îmraliyê.

Xelatg irê Nobelê Cûdî Williams, Wezîrê Maliyê yê kevin ê Yewnanîstanê Varoufakis, Parlamenterê Elmanya Gysi, Aktivîstê mafê Mirovan ê Efrîka Başûr Mahomed, Polîtîkmedarê İswiçreyî Warner, parlamenterê İngilistanê McDonnell di nav de gelek navdarên cîhanê, tevlî kampanyayê bûne.

Kesên tevlî kampanyayê bûne bi zimanekî hevbeş gotin:

Ev banga me ya semnbolîk e, em dibêjin em li gel Rêzdar Abdulah Ocalan in. Divê tecrîda li ser were rakirin, azadiya wî were misoger kirin.

Em bi vê helwesta xwe nîşan didin û dixwazin civaka navneteweyî deng derxe, hemû desthilatdarî û saziyên navneteweyî ji bo diyaloga siyasî ya ji bo çareseriya mesela Kurd bikevin nav hewldanan de.

Parlamentera Koma Çepgir a Parlamentoya Ewropa Yürgen Klute got:

Tecrîda li ser Ocalan bi tu awayî nayê qebûl kirin. Tecrîd li dijî hiquqa navneteweyî û mafên mirovan e. Maf hevdîtina Abdullah Ocalan bi malbat û parêzêrên xwe re mafê bingîn e. Mercên Abdullah Ocalan tê de tê girtin nayê qebûl kirin. Divê Komîsyona Ewropa û saziyên Yekîtiya Ewrûpa giranî bidin rakirina tecrida li ser Birêz Ocalan.

Di 3 kartên Ji bo Rêber Apo hatin şandin de ev tê gotin:

Rêzdar Abdulah Ocalan
Ez ji bo hevkariya bi we re dinivîsim.
Îro jin, li her cihî ji bo mafên xwe têdikoşin. We jî gotibû; Heta jin azad nebin civak azad nabin. Ji bilî vê, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berhema we ye. Ez bi dil û can tevlî van gotinên we dibim. Ji bo em bi hev re van daxwazên we yê aştîxwaz û hêviya wekheviyê bihêz bikin, em daxwaza azadiya we dikin.

************
Di karta duyemîn de jî wiha tê gotin:

Rêzdar Abdulah Ocalan
Ji bo piştgirî bidim azadiya we, dinivîsim. Tunekirina xwezayê, ji bo mirovaniyê xerabiya herî mezin e. We gotibû; Rijandina xwînê, birçîbûn, xizanî, newekhevî û hemû pirsgirêk encama îxaneta li dijî ekolojiyê ne. Dengê ku ekolojiyê esas negire olan venade.
Ez tevlî we dibim û li gel parastina ekolojiya civakî û pêşxistina bîrdozên we, ez azadiya we dixwazim.

Karta 3’an di jî wiha ye.

Rêzdar Abdulah Ocalan.
Daxwaza azadiya we dikim.
Şerê mezin, her roj zêde dibin, li cîhanê belav dibin. We gotibû; Pêkanîna aştiyê ji şer bi gelekî zehmettir e. Lê hewldanên ji bo aştiyê watedar in û wê serketinê bidestbixin. Ez tevlî we dibim, ji bo ku hun, teoriyên xwe yên ji bo pirrengiya olî û jiyana bi hev re ya etnîkan pêşbixin û bikin paratîkê û aştiyê sazkar bikin, ez daxwaza azadiya we dikim.