Endamên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ji bo kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ ya sendîkayên Îngiliz banga piştgiriyê kirin û diyar kirin ku kampanya wê heta azadiya Ocalan dewam bike.

Kampanya li Îngilistanê ya bi pêşengiya sendîkayên ku nûnertiyê ji milyonan karkerên rêxistinbûyî dikin hatiye destpêkirin, dewam dike. Endamên Melcîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê piştgirî dan vê kampanya ji bo azadiya Ocalan û li navenda meclîsê ya li herêma Harîngeyê ya Londonê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ji bo kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ banga tevlîbûnê kirin.

Bi îlanên ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li nêzî 100 rojnameyên herêmî yên li her herêmên Îngilistanê hatin dayin, piştgiriya bi kampanya sendîkayan hate ragihandin. Rêveberên meclîsê destnîşan kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê kampanyayên xwe dewam bikin.