Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina Dibinçîavan ya Navneteweyî, dinavbera 17-31’ê Gulanê de tê pêkanîn.
ÎHDa Stenbolê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) jî, ji bo Hefteyê, çalakiya pêxistina findikan pêkanî.
Di çalekiyê de, gelek parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan cih girtin.
Wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin hilgirtin û li ser parçeyeke reş find pêxistin.
Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got: Em heq û edaletê dixwazin. Heta hemû kiryar bên cezakirin, em ê daxwaza xwe bidomînin.”
Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe jî axivî û diyar kir ku wan, 1000 hefte li pey xwe hiştine û got; Em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Birayê Hayrettîn Eren, ku dibin çavan de hat windakirin, Îkbal Eren jî axivî û got; 29 sal in, em ji bo windayên xwe têkoşinê dikin. Ji bo ku tu kesên din neyên windakirin, em li Galatasarayê rûdinin. Em Dayikên Şemiyê dixwazin ku gorên hezkiriyên me hebin û kesên kujer werin cezakirin.
Hevjîna Fehmî Tosûn, ku dibin çavan de hat windakirin, Hanim Tosûn jî axivî û got; Eger gorê wan hebûya, em ê çûbane ser gorên wan. Me li kolanan find pênedixistin. Hestiyên xizmên me bila bibin me. Em, xizmên xwe jibîrnakin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Herî dawî dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz jî axivî û got; Hezar sal jî derbas bibin, em ê li xizmên xwe bipirsin. Em êşê dikişînin, em dixwazin ev êş bi dawî bibe.
Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.