Newala Qesaba, li Sêrtê ye û ji sala 1915’an û vir ve wek cihên gorên komî tê zanîn.

Li gel, cenazeyên Ermeniyan ku di sal 1915’an de hatin kuştin û kesên hatine revandin û kuştin, Gerillayên PKK’ê, Mahsum Korkmaz -Egîd jî nav de, gelek cenazeyên şehîdan li Newala Qesaba hatine veşartin. Tê gotin ku cenazeyê 300 welatiyên kurd li wir hatine veşartin.

Emîn Sarik piştî darbeya leşkerî di sala 1980’î tevli nava refên Gerilla bû û di sala 1985’an de di şerê navbera Gerîlla û leşkerên Tirk de, ligel 3 hevalên xwe şehîd bû. Tevî hemû hewldanan cenazeyê Sarik nedame malbata wî û cenazeyê wî li ber çavên dayika wî Merese Sarik veşartin.

Dayika Merese Sarik, ji bo girtina cenazeyê kurê xwe salên dirêj têkoşîn kir, temenê wê têr nekir û jiyana xwe ji dest da.

Birayê Emîn Sarik, Huseyîn Sarik jî bertek nîşanî çêkirina avaniyên li Newala Qesaba da û gilî kir. Lê hewldanên wî encam neda.

Hûseyîn Sarik destnîşan kir ku li qada gorên komî her roja ku diçe avahiyên nû tên çêkirin û got; Gelê Sêrtê hemû dizane ku li wir hovîtiyek mezin çêbûye.Çawa wîjdanê wan qebûl dike ku li ser hestiyên mirovan avjeniyê bikin û şahiyan bikin. Gelo vê hovitiyê bi kîjan ehlaq û wîjdanî dikin?

Hûseyîn Sarik bang li malbatên ku cenazeyên wan di gorên komî de, li Newala Qesaba hatine veşartin kir û got:

Werin em şandeyekê çêkin û dest bi hewldanên hiqûqî bikin, vê hovîtiyê bidin rawestandin. Cenazeyên me bi taraktoran birin Newala Qesaba û bi komî veşartin. Bang li şahidên wê demê, xebatkarên şaredariyê yên wê demê dikim. Bila xwe bigihînin me. Dewletê suc kiriye, divê hesab werê pirsîn.