Nerazîbûna li cezayê 22 salan ê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye birîn dewam dike.

Nerazîbûna li cezayê 22 salan ê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye birîn dewam dike.

STRASBOÛRG: Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi banga Însiyatîfa Jinê ya Zîn çalakiyek hate lidarxistin. Aktîvîstên rêxistinên civakî yên sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Têkoşer li pêşiya gar a trenê li hev kom bûn û destnîşan kirin ku cezayê li Leyla Guven hatiye birîn nîşaneya hiqûqa mêtingeriyê ye. Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewropayê Fayîk Yagizay li qada çalakiyê axivî û anî ziman ku cezayê li Leyla Guven hatiye birîn dewama konsepta şerê topyekûn ê li dijî gelê Kurd e. Fayîk Yagizay diyar kir ku hikumet di neçareseriyê de israr dike û destnîşan kir ku ev cezayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye birîn nayê qebûlkirin.

DORTMÛND: Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê girtina Leyla Guven ji aliyê dewleta Tirk û girtina Mûstafa Tûzak ji aliyê dewleta Elman ve şermezar kirin. Çalakiya ciwanan li pêşiya gar a trenê ya Dortmûndê pêk hat. Di daxuyaniya ciwanan de hate ragihandin ku dewletên Tirk û Elman li dijî daxwaza azadiyê ya gelê Kurd hevkariyê dikin û hate diyarkirin ku ciwan wê li pêşberî van êrişan paş ve gavê neavêjin. Ciwanan diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî wê li qadan bin.

ZURÎCH: Bi heman armancê li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê çalakiyeke şermezarkirinê hebû. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan li qada Staûfacherê çalakî hate lidarxistin û girtina Leyla Guven hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di şexsê Leyla Guven de êriş li dijî gelê Kurd û azadiya jinê hatiye kirin û hate destnîşankirin ku têkoşîna wan a li dijî van êrişan wê dewam bike.