Ji bo meşa mezin a li dijî qedexeya li ser PKK’ê bi hezaran Kurdistanê sibê diherikin Berlînê
Ji 26’ê Mijdara 1993’an ve dewleta Elman qedexe daniye ser çalakiyen Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê.
Ev yek bû sedem ku PKK di sala 2004’an de ji aliyê Yekîtiya Ewropayê veî di lîsteya “rêxistinên terorê” de cih bigire. Ev qedexeya li Almanya ji destpêkê heta niha her dem tê şermezarkirin.
Beriya salvegera roja damezirandina PKK’ê 27’ê mijadarê sibê 18’ê mijadarê jî Kurdistanî û dostên wan, li paytexta Almanya Berlînê dicivin û wê vê qedexeyê careke din şermezar bikin û azadiya çalakiyên PKK’ê bixwazin.
Sîwana hemû sazî û rêxistinên kurd ên li Ewropa KCDK-E’ê ji bo beşdariya meşa sibê 18’ê mijdarê bang kir.
Salvegera sihemin a qedexeya li ser PKK li almanya