MÊRSÎN – Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan ji bo mitînga Mêrsînê banga beşdariyê kir û got: “Werin em deng bidin dengê Leyla Guven û girtiyên azadiyê.”  Rêxistina Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê dê di 9’e sibatê de li Mêrsînê mitînga “Edalet, Azadî û Demokrasiyê” li dar bixe. Mitîng dê roja yekşemê li kêleka Stadyuma Tevfîk Sirri Gur a Yenîşehîrê bê lidarxistin. Amadekariyên mitîngê berdewam dikin. HDP’iyan bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan belavokên beşdariya mitîngê belav kirin û bang li xelkê kirin ku tev li mitîngê bibin.  ‘EM DENG BIDIN GIRTIYÊN AZADIYÊ’  Parlamenter Omer Ocalan gelê Mêrsînê vexwend mitîngê û wiha got: “Mitînga di 9’ê mheê de gelek girîng e. Divê gelên li herêma Çukurova destekek mezin bidê. Birêz Ocalan ev 20 sal in tê tecrîdkirin. Ji bo rakirina tecrîdê û bibe piştevanê çalakgerên greva birçîbûnê divê her kes destekê bide. Ji bo em deng bidin dengê zarokên xwe û hevalên xwe lazim e em têkoşînek mezin birêve bibin. Mitîng gelek girîng e û werin em deng bidin dengê Leyla Guven û girtiyên azadiyê.”  Parve bike: