Egîtîm-Sen a Rihayê wê Yekemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz li darbixe.

Pêşbirk jî, bi zaravayên kurmancî û kirmancî yên kurdî tê pêkanîn û serlêdana dawî ya ji bo pêşbirkê sibe ye û diqede.

Hat diyar kirin ku pêşbazî wê di 15’ê Gulanê, roja Cejna Zimanê Kurdî de bê ragihandin.

Huseyîn Denîz di sala 1956’an de li gundê Sitîlîlê ya girêdayî Nisêbînê ji dayik bûye.

Piştî sala 1975’an li navçeya Siwêreg a Rihayê û li Nisêbînê mamostetiyê dike.

Di darbeya 12’ê Îlonê de hate girtin û 5 sal û nîvan li Zîndana Amedê hate girtin.

Husyein Denîz nivîskar û rojnamevan bû, zewicî bû û bavê 4 zarokan bû.

Herî dawî li Serê Kaniyê nûçegihaniya rojnameya Ozgur Gundem dikir.

Husyein Denîz , di 9’ê Tebaxa 1992an de li kolaneke navçeyê rastî êrişa çekdarî hat û şehîd bû.