Li navçeya Soderhamn a Swêdê, ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re rêxistinbûneke nû hate avakirin.

Rêxistiniya bi navê “Însiyatîfa Soderhamnê ya ji bo aştî û azadî li Kurdistanê” daxuyaniyek ji medya Swêdê re şand û diyar kir, armanca rêxistiniya nû xurtkirina piştgiriya bi gelê Kurd re ye.

Însiyatîf bi hewldana Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ava bû ku komîteyê demeke dirêj e ji bo mafên Kurdan çalakiyan li dar dixe. Di nava însiyatîfê de gelek rêveberên nû û kevn ên şaredariyan, oldar, rêveberên sendîkayan, nûnerên xwendekaran, serokê berê yê navçeyê, doktor, wênevanên naskirî yên navçeyê, kompozîtor, rojnamevan, wênekêş, rektor hene.

Serokê Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re Benny Gustafsson bi wesîleya ragihandina însiyatîfê, ji medya Swêdê re diyar kir, “Em dixwazin piştgiriya ji bo gelê Kurd berfirehtir bikin. Ez serbilind im ji ber ku gelek Soderhamniyan cihê xwe di nava însiyatîfê de girtine.”

DIVÊ OCALAN BÊ BERDAN, DANÛSTANDIN DEST PÊ BIKIN

Di daxuyaniya însiyatîfê de hate ragihandin, Soderhamn ji sala 2007’an ve şaredariya dost a Nisêbînê ye.

Her wiha işaret bi zext û êrîşên giran ên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan hate kirin û hate gotin, “Rêveberên şaredariyan hatin girtin. Dixwazin cezayê heta bi hetayê li wan bibirin. Lîderê Kurdan ê hatiye girtin 20 sal in tecrîdkirî ye.”

Însiyatîfa Soderhamnê diyar kir, ew piştgiriyê didin daxwaza xwerêveberiyê ya Kurdan û tevgera demokrasî û aştiyê ya li Tirkiyeyê û ragihand, “Damezrînerê PKK’ê Abdullah Ocalan divê were berdan û hevdîtinên aştiyê bi wî re pêk werin. Pêwîste Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan dest nede herêma Rojava ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û divê Bakurê Sûriyeyê bibe herêmeke li firîna balafiran qedexe.”

Ji damezrînerên însiyatîfê Benny Gustafsson ji ANF’ê re axivî û diyar kir, tevlîbûna kesayetên girîng û navdar ên navçeyê li nava Însiyatîfa Soderhamnê, xurtkirina piştgiriya bi gelê Kurd re hêviya mirovan mezin dike.

KESAYETÊN CIHÊ XWE DI NAVA ÎNSIYATÎFÊ DE DIGIRIN

Li binê daxuyaniya Însiyatîfa Soderhamnê navê van kesayetan hene:

Hans Jörgen Alsing, Barbro Andersson, Eva Bappho, Jan-Eric Berger, Nimiane Birath, Erik Björk, Kenth Burvall, Jörn Delvert, Leonie Fors, Pär Forsström, Janne Färnstrand, Alexandra Gard, Lennart Gard, Weine Genfors, Benny Gustafsson, Maria Hansson, Katarina Hedberg, Marianne Isaksson, Erik Lennerstål, Eva Lindberg, Sven-Erik Lindestam, Joann Ling, Anders Norén, Anders Persson, Hugo Persson, Anders Ramstrand, John Staffas, Nils Rundqvist, Monica Siggstedt, Tereza Vanova-Benke, Gun Britt Wallström.