AMED – Bi hezaran welatiyên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê kom bûn û serkeftina HDP’ê piroz kirin, piştre ji ber avahiya HDP’ê meşiyan ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Bi hezaran welatiyan dirûşme berz kirin û piştgirî dan çalakgerên di greva birçîbûnê de.  Bi deh hezaran welatî li ber avahiya HDP’ê ya Amedê kom bûn û serketina Amedê pîroz kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li gel Parlementer Dersim Dag, Mûrat Sarisaç, Tayîp Temel ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 3’ê Adarê ve ketine grevê û namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik re li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajar silav da gel. Piştî bi deh hezaran welatiyan li ber avahiya HDP’ê serkeftina xwe pîroz kirin û fîşekê hewayî avêtin, berê xwe dan Girtîgeha Tipa E ya Amedê û meşiyan. Bi hezaran welatî bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî HDP”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Leyla Guven rûmeta me ye” meşiyan. Hin welatiyan posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bilind kirin û tev li meşê bûn.  Beriya meşê Parlamenterê HDP’ê Dersîm Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç, Hevşaredarên HDP’ê yên Bajarê Mezin ê Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan li ser otobusê gel silav kirin. Dema gel silavkirin bi hezaran bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” û “Amed bi we serbilind e” berz kirin. Gel bê navber fîşekên hewayî avêt û berê xwe da zindana Amedê.  Girse dema nêzî Girtîgeha tîpa E ya Amedê bû, bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.