Parlamentera Partiya Çep a Kesk Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku di kongreya giştî ya patiyê de biryara kampanya li deijî tecrîdê hatiye girtin û got; 2 armancên vê kampanyê, yek rakirina tecrîdê ye, ya din jî azadkirina Rêber Abdullah Ocalan e.

Hatimogullari anî ziman ku tecrîd bûye bingeha şerê taybet. Desthilatdariya yekzilamî ya AKP/MHPê jî, girtîgeh veguherandine navenda îşkence û kuştinê. Bi siyaseta qeyum û dadgeriyê qirkirina siyasî dike, bi çete û rêbazên mafya jî dewlet vegiherandiye dewleta haydud.

Ji bo vê jî em ê hemû dînamkên li Tikriyê û Bakurê Kurdistanê bikin nava tevgerê û pergala faşîst berteref bikin.

Tulay Hatîmogullari got; Ji hezarî bêhtir, girtiyên nexweş hene, bi hezaran girityên ku hîna nexweşiya wan giran nebûye hene. Bi efuyeke, yan jî riyeke din be, divê ev mirovên ku 30 sal in, 20 sal in bi awayekî keyfî û sedemên siyasî hatine girtin werin berdan. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyan, wê bibe bingeha aştî û demokrasiya li Tirkiyê.

Tirkiye, bi êrîşên li dijî gelê Kurd, bi dagirkirina xakên welatên cîran nikare li ser piyan bimîne. Rizagriya Tirkiyê di çareserkirina pirsgirêka Kurd û azadkirina Rêber Ocalan de ye.

Parlamentera Partiisya Çep a Kesk, Tulan Hatimogullari herî dawî got; Li Tirkiyê dîktatoriyeke faşîst hatiye avakirin. ji bo vê jî dive têkoşîna li dijî pergala faşîst pirralî û dijwar bê kirin. PEm ê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hemû dînamîkên civakî bikin nava tevgerê û faşîzmê mahkum bikin. Ji bo vê jî, aliyekî kampanyayê wê parlametoyê be, aliyê din jî wê kolanan be.