Ji bo karibe bi lez hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, malbat, parêzer û wasiyê wî serlêdanên nû kirin.
Yek ji serlêdanan ji aliyê parêzerên Abdullah Ocalan ve li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate kirin. Parêzer Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu ji ber îdîayên li ser ewlekarî û tenduristiya muwekîlê xwe, xwestin ku tavilê hevdîtinê pê re bikin.
Parêzeran ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî daxwaza hevdîtinê kirin.
Serlêdaneke din jî ji aliyê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ve hate kirin.
Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe daxwaza hevdîtina bi lezgînî kir.
Di daxwaznameya serlêdanê de hate bibîrxistin, ku axaftina herî dawî ya bi Abdullah Ocalan re hate kirin 27’ê Nîsana 2020’î bû ku bi rêya telefonê pêk hat.
Di daxwaznameyê de hate ragihandin ku ji hingî ve agahî ji Ocalan nayê wergirtin û hate gotin, “Serlêdanên me hemû, bi hincetên li dijî hiqûqê ya hatin redkirin ya jî bêbersiv hatin hiştin.”
Parêzeran bal kişand ser rapora CPT’ê û xwest tecrîda demdirêj û giran, xertên girtîgeha Îmraliyê li ber çavan bê girtin û mafê hevdîtinê bê dayîn. Parêzeran herî dawî bibîr xistin ku di 14.03.2021’an de li ser înternetê agahî û îdîayên hatin kirin ew xistine nava fikaran û ji ber vê yekê xwest teqez û bi lezgîn parêzer û malbat biçin Îmraliyê û rû bi rû hevditinê bikin.