Mîna ku di 1’ê Mijdara 2014’an de ji bo Kobanê di asta navneteweyî de piştevanî hate kirin, wê îsal di 2’ê Mijdarê de jî çalakiyên bi heman rengî bên kirin. Bi vê armancê wê çalakî û xwepêşandan pêk werin.
World Resistance Day for Rojava (Roja berxwedana dinyayê ya ji bo Rojava), bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên bêîteatiya sivîl û afirîner ên 2’ê Mijdarê bibin.
Di daxuyaniya nivîskî de hate bibîrxistin ku artêşa Tirk tevî çeteyên xwe ji bo dagirkirinê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser bombekirina qadên sivîlan, talankirin, sirgûnikrin, kuştinên bi kêfî û revandina sivîlan bi rengekî bêrehm û hate destnîşankirin, ku Erdogan dixwaze bi milyonan mirovî bi rengê tundiyê sirgûn bike û demografiya herêmê biguherîne, bi vî rengî paqijiya etnîkî bike.
‘QADEKE AŞTIYÊ HATE AFIRANDIN’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 7 salên şerê navxweyî yê Sûriyeyê de projeyeke civakî ya demokratîk afirand û hate gotin, “Civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiya xwe ava kirin, qadeke aştiyê afirandin ku komên li herêmê bi rengekî aştiyane û wekhkev bi hev re bijîn, ku vê yekê jî xwe dispart azadiya jinê, aboriya ekolojîk û demokrasiya radîkal. Federasyona Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji despotîzma xwecihî û rêveberiya derve wêdetir ji bo Rojhilata Navîn veguherî mînakeke paşeroja demokratîk û aştiyane. QSD’ê herî dawî bermahiyên xîlafeta DAÎŞ’ê ku xwe dispart Tirkiyeyê tine kir.
‘PIRANIYA WAN DAÎŞ’Î Û EL QAÎDEYÎ NE’
Çeteyên DAÎŞ’ê û El Qaîdeyê bi êrîşa dagirkeriyê ya Tirk re ji nû ve bi pêş ve diçin, tirs û terorê belav dikin. Piştî ku yekîneyên DYE û Koalîsyona Navneteweyî xwe vekişandin, ev yek bû sedema êrîşkariya Tirk. Artêşa Tirk û cîhadîstên wan bi çekên NATO’yê qirkirinê dikin û dewletên dinyayê jî biryar wergirtin ku vê yekê ji nedîtî ve bên.
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’
Li pêşberî van komkujiyên ku li pêş çavên dinyayê tên kirin em ê bêdeng nemînin û lê temaşe nekin. Tenê tevgereke li dijî şer a berxwedêr û berfireh dikare vî şerî asteng bike. Mirovên li çar aliyên dinyayê divê li dijî barbariya Tirkan serî hildin û rabin ser piyan. Di 1’ê Mijdara 2014’an de bi milyonan mirov li çar aliyên dinyayê ji bo piştevaniya xwe ya bi berxwedana lehengî ya Kobanê nîşan bidin rabûn ser piyan. Em jî bang dikin ku 2’ê Mijdara vê salê bikin roja berxwedana navneteweyî ya li dijî êrîşên dagirker ên Tirk, bang dikin ku her kes tevlî xwepêşandan, çalakiyên bêîteatiya sivîl û çalakiyên afirîner bibin. Heta ku komkujiyan dom kir divê berxwedana me jî raneweste. Şoreşa Rojava wê bi ser bikeve, faşîzm wê têk biçe.”