Gerîlaya YJA-Starê Şîlan Bakşî bi nasnav Çavrê Gelhat 4’ê Cotmehê li herêmên parastinê yên gel ji ber qezayê şehîd bû.
Ji bo Çavrê Gelhat navçeya Şirnex Silopiyayê taziye hate danîn.
Endam û nunerên MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê, HEDEP, DBP’ê jî di nav de gelek kesan serdana taziyê kir.
Hevseroka DBP’ê ya Silopiya Emîne Ozek di şînê de axivî û got em deyndarên têkoşerên azadiyê ne.
Tevahiya rojê gelek kesî serdana taziya ji bo şehîd Çavrê Gelhat kir.
Taziye piştî xwendina duayan bi dawî bû.