Hunermendê Kurd Baran Dilbihar, ji bo bîranîna şehîdên cêwiyên hev “Ferhad û Şiblî” stranek amade kir û klîpa wê çêkir.

Baran got: “Em jî bi hunerê bersiva şerê qirkirinê yê li dijî herêmê didin.”

Klîba stranê duh (5 Cotmeh) hate parvekirin.

Hunermend Baran gotinên stranê roja ku Şiblî şehîd bûye nivîsîne û di merasîma oxirkirina wî de li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik gotibû.

Her du birayên cêwî bi destpêkirina Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bi hev re tev li nava refên şoreşê bûn. Şehîd Ferhad ku şervanê YPG`ê bû sala 2014`an dema beşdarî vekirina korîdora mirovaî ya navbera Şengalê û Rojava dibû, şehîd bibû.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şiblî Şiblî jî 23`ê Cotmehê di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Dêrikê şehîd bû.