Ji bo endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona Êzidiyan Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku 15’ê Tebaxê li Şengalê ji ber êrîşa dewleta Tirk şehîd bû, li bajarê Celle yê Elmanyayê merasîmek hate lidarxistin.
Ji bo Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden), li bajarê Celle yê Elmanyayê merasîmek hate lidarxistin, ku malbata wî lê ye.
Malbat û hevalên wî, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Komun û Meclîsa Jinan jî di nav de bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn. Qisekeran diyar kirin ku Şengalî şervanekî mezin ê azadiyê yê sedsala 21’ê ye.
Hevserokê NAV-YÊK’ê Tarik Hemo ji bo Şengalî got, “Ji bo cîhanê lehengek bû, ji bo Kurdistanê jî mam bû.”. Hemo got, “Avabûna Êzîdxanê têkoşîna wî ji xwe re esas digire.”
Di merasîmê de bi navê KJK, KCK, KCDK-E, NAV-DEM, TJK-E, KOMAW, TAJÊ, Hevgirtina Ciwanên Êzidî, Komuna Jinê ya Şehîd Meryem û NAV-YÊK’ê çeleng hatin danîn.