Li bajarê Trondheim ê Norwêcê, ji bo şervanê QSD’ê Emar Deqorî (Ebû Şahîn) serdanên sersaxiyê tên kirin.
Ji bo şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Emar Deqorî ku 20’ê Nîsana 2019’an li Dêra Zorê şehîd bû, serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin.
Siyasetmedarê Kurd Sîpan Efrînî li merasîmê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, “Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi saya şehîdan gelek destketî bi dest xistin. Em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bin.”
Pismamê Emar Deqorî Mûhammed Deqorî jî got, “Şehîdan welat parastin û di vê oxirê de canê xwe feda kirin. Şehîd şehîdê tevahiya gelê Kurd e. Em bi şehîdê xwe serbilind in. Parastina welêt wezîfeya her kesî ye.”
Qisekeran careke din soz dan ku wê li ser şopa şehîdan bin.