Welatiyên Germiyan piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û gotin ku ji bo şikandina tecrîdê divê çalakî werin berfireh kirin.


Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de piştgiriya ji bo çalakgeran jî berdewam dike. Welatiyên Germiyan bi riya Rojnews’ê piştgirî dan çalakiyan û gotin ku divê ji bo şikandina tecrîdê çalakiyên grevên birçîbûnê werin berfireh kirin.

Xwendekarê dibistana amadeyî Dilşad Cemal bal kaşind li ser zextên derûnî yên dewleta Tirk li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike û çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdê bi wate û nirx nirxand.

Li navçeya Kelar a Germiyanê Endezyar Herêm Mehmûd 17 roj in dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û Şeyma Ednan jî ji bo mehekê dest bi grevê kirine. Vê çalakiya wan di nava welatiyên Germiyan de jî deng vedaye. Dilşad Cemal li ser wan çalakiyan got; “Van çalakgeran giyan û jiyana xwe ji bo armancekî mezin pêşkêş kirine. Divê tevahiya civakê û îdeolojiyên cûda piştgiriya van çalakiyan bike. Ji ber ku Ocalan ji bo hizb, netewe û olekê nîne. Rêberê gelên azadîxwaz û rêveberekî cîhanî ye.”

Şelaw Yasîn ê ku zanîngeh qedandiye çalakiyên greva birçîbûnê ji bo bi gihiştina mafên xwe formekî cuda bi nav kir û got ku pêwîste werin berfireh kirin, ji bo dengê gelê Kurd bigihe cîhanê û dawî li zilma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û Ocalan bi dawî bê û tecrîd bişikê.

Welatiyê Germiyan ê bi navê Karwan Ehmed eşkere kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan erka her kesê ye piştgiriya çalakiyan bike û wiha axivî; “Ti karek ji vê pîroztir nîne ku mirov li ji bo azadî û mafên xwe heta şahadetê grevê hilbijêre. Rêber Apo mirovekî asayî nîne, rêberê gelekê ye. Lewma azad kirina Wî hîviya yekgirtina çarparçeyên Kurdistanê ye.”