Jinên navçeya Ranyayê piştgiriya xwe ji bo çalakiya Leyla Guven diyar kirin û  jinan destnişan kirin ku erkê hemû jinan ewe ku beşdarî çalakiyan bibin. Jinan diyar kir ku Ji bo şikandina tecrîda li Îmralî divê herkes li ser piyan be.


Parlamantera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 110 roje di çalakiya greve birçîbûnê deye. Jinên navçeya Ranya ya ser bi herêma Raperînê ya bajarê Silêmaniyê piştgiriya xwe ji bo çalakiya Leyla Guven diyar kirin.

Mamostaya bi navê Şadî Semed piştgiriya xwe ji bo çalakiya Leyla Guven diyar kir û got: “Ez weke jinekî ya Başûrê Kurdistanê piştgiriya çalakiya Leyla Guven ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan ku ev 110 roj di çalakiyê deye, dikim. Ji bo ku raya giştî ji tecrîdê bê agadar kirin, di vê hemû jin tevlî çalakiyan bibin û dengê xwe bilind bikin. Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û tevahî gelan têkoşînê dike. Fikrên Ocalan hêz avakir û ev hêz jî hêzekî azadixwaziyê digre navaxwe.”

Şadî Semed  li ser giringî û rolê Ocanan jî got: “Ocalan ji bo gelê Kurd xebatê dike. Ji bo wê pêwîste hemû pêkhateyên civakê û bi taybet jin ji bo rakirina  tecrîdê û azadiya Ocalan têkoşînê bilind bikin.”

Endama RJAK’ê Esmer Resul jî li ser heman mijarê axivî û got: “Ez silav û rêzên xwe ji bo Rêber Apo, Leyla Guven, Nasir Yagiz û tevahî çalakgerên di greva birçîbûnê dene dikim. Çalakiya greva birçîbûnê yên ku di pêşengtiya Leyla Guven de hatine despêkirin wê tecrîda li Îmralî û zilma li ser gelê Kurd bi hilweşîne. Pêwîste jin jî li dijî faşîzmê û dagirkeriyê xwe bi rêxistin bikin.”

Esmer wiha domkir: “Rêber Apo dibêje ‘Heya jin azad nebe civak jî azad nabe’. Ji bo wê pêwîste jin li Başûrê Kurdistanê xwe bi rêxistin û perwerde bikin. Azadiya Rêber Apo wê azadî û aramiyê bine Rojhilata Navîn. Peyama min ji bo herdû partiyên desthilatdar yên Başûrê Kurdistan ewe ku ger hûn bixwazin pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê çareser bikîn, ji bo azadiya Rêber Apo hewildan bikin.”

Li ser heman mijarê jina bi navê Fatma Mehemdemîn jî axivî û got: “Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven  ya ji bo şikandina tecrîdê dayî despêkirin, divê tevahî jin rabin ser piyan. Rêber Apo jiyana hemû takên Kurde, heya Rêber Apo azad nebe Kurd jî azad nabin.”