Gelê Kurdistanê ev çend sal e li benda lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê ye. Dewletên dagirker li dijî yekitiya gelê Kurd her ku diçe siyasetên xwe yên qirêjî nû dikin. Li dijî tevgera dewletên dagirker partiyên siyasî û gelê Kurdistanê banga lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê dikin.

Tekildarî lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hemê Emîn ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Hemû dewletên dagirker û faşîst li dijî lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanî tev digerin.”

‘Êrîşên dewleta Tirk li ser guhertina demografiya Kurdistanê ne’

Şêrko Hemê Emîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Dagirkeriya dewleta Tirk li ser Kurdistanê planeke stratejîk ji bo guhartina demografiyê pêk tîne. Dewleta Tirk a dagirker li ser esasê tinekirina gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê hemû êrîşên hovanê dide meşandin. Di aliyên şerê teybet de jî dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê îstixbaratên xwe ava kirine, tevgera sîxûran xurt kiriye. Li dijî wan tevgeran de hikumet û parlamentoya Iraqê tu helwestên tund nîşan nekiriye. Divê hikumet û parlamentoya Iraqê êdî rê li pêşiya tevgera dewleta Tirk bigirin.”

Şêrko Hemê  Emîn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû hewldanên xwe li dijî kongreya neteweyî ya Kurdistanê tev digere û wiha dewam kir:“Divê em li hêviyê nemînin dewleteke wekî dewleta Tirk bi kêfxweşî pêşwaziya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê bike. Hêzên ku xizmeta wan dewletên dagirker dikin, xeta xiyanetê didomînin.”

Ji bo stratejiyeke hevbeş kongreya neteweyî ya Kurdistanê

Şêrko Hemê Emîn ji bo pêşîgirtina hemû êrîşên li ser Kurdistanê, anî ziman ku pêwîstiya hemû hêzên Kurdistanê bi yekitî û lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanî heye. Hemê di berdewama axaftina xwe de ev tişt got:“Bi lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanî stratejiyeke hevbeş were danîn. Dijminên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yek in. Armanca wan ew e ku qirkirin û dagirkeriya Kurdistanê de dijwartir bikin. Dijmin ji bêyekitiya me hêzê digire û êrîşên xwe zêde dike. Ji bo em li pêşiya wan êrîşan bigirin, pêwîstiya yekitiya niştîmanî heye. Her wiha hin hêzên Kurd ên ku naxwazin tev li kongreya neteweyî ya Kurdistanî bibin, destekê didin planên dijminên gelê Kurd.”

‘Divê hemû hêzên Kurd li dijî planên dewleta Tirk a dagirker bibin yek’

Hemê Emîn diyar kir ku hemû dewletên dagirker û faşîst li dijî lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê tev digerin û lewaziya gelê Kurd dixwazin û ji yekitiya gelê Kurd jî ditirsin. Şêrko Hemê  wiha dewam kir:”Li ku derê çi hêzên Kurd hebin, divê nekevin bin xelekên li dijî neteweya Kurd û hemû hêzên siyasî li dijî planên dewleta Tirk a dagirker bibin yek.”

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hemê  Emîn got pêwîstiya gelê Kurdistanê bi kongreya neteweyî ya Kurdistanî heye û wiha bi dawî kir: “Hemû hêzên li Kurdistanê ji bo yekitiyê dive dest bidin hev.”

ANHA