Yûsûf Îba, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 107 roj in li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê de ye. Aktîvîstên ji gelek welatan peyamên piştgiriyê ji Îba re şandin.
Yûsûf Îba li gel rewşa nebaş a tenduristiya xwe jî 107 roj in bi biryardarî di greva birçîbûnê de ye. Piştgiriya ji bo Îba jî roj bi roj zêde dibe.
Aktîvîstên li Efrîka, Rûsya, Îran, Kore, Swîsre û Îngilîstanê, bi rêya peyamên bi dîmen piştgiriya xwe ya ji bo greva birçîbûnê nîşan dan.
Aktîvîsteke Îranî: Merhaba Yûsûfcan, ez dayikeke Îranî me ku 2 zarokên min hene. Hevalên min ên Kurd ên ji Tirkiyeyê ji min re qala rewşa te kirin. Ez zanim ku ji bo te wezîfeyeke gelekî girîng e û karekî gelekî zehmet e. Bi navê mirovahiyê, bi navê gelê Kurd tu karekî gelekî girîng dike. Zanibe ku em gelekî ji te hez dikin; ji ber ku greva te ji bo mirovahiyê hemûyan e. Ez pê piştrast im ku di demeke gelekî kurt de em ê Kurd û Kurdistana azad pîroz bikin. Em bi te serbilind in. Serketin.
Aktîvîsta Rûs: Ev dîmen ji bo Yûsûf Îba ye. Merhaba Yûsûf, navê min Yana ye. Ez vê çalakiya te ji dil pîroz dikim ku ji bo guhertina sîstema xerabe tu pêk tîne. Tu welatî û birayekî baş e. Hêvî dikim di çalakiya xwe de tu yê serketî be û xwedî tenduristiyeke baş be.
Aktîvîsteke ji Efrîkayê: Tu her bijî Yûsûf Îba. Serketin.
Aktîvîsteke Brîtanyayî: Ez dixwazim bi Îngilîzî hestên xwe bînim ziman. Min çîroka te bihîst. Tu di pêvajoyeke zehmet de ye, lê di heman demê de tu gelekî xurt e. Ez te fêhm dikim. Min gelekî dixwest ji te re bibim alîkar, lê belê tişta ku tenê karibim bikim, duaya ji bo te ye. Ji bo tenduristiya te û azadiya Kurdên li gelemperiya dinyayê dua dikim. Ya ku tu niha dike gelekî hêja ye, em hêvî dikin ku wê rojekê aştî û azadî li tevahiya dinyayê be. Ji kerema xwe her tim xurt be. Daxwaz û duayên me bi te re ne. Ji te re serketinê dixwazim. Dixwazim bêjim ku tenduristiya te ji bo me hemûyan a herî girîng e. Serketin, roj baş.
Aktîvîstekî Koreyî: Merhaba Yûsûf Îba. Ez ji Koreyê me û dixwazim bi Koreyî biaxivim. Bi dîtina min, bêyî cihêkariyê divê mirov xwedî mafên wekhev bin. Min bihîst ku demeke dirêj e tu di greva birçîbûnê de ye, ji ber vê yekê teqdîr dikim. Hêvî dikim ku tu yê bi ser bikeve. Ji ber têkoşîna te ya li dijî bêedaletî û cihêkariyê, spasiya te dikim. Derbasî be. Ji bo gelê Kurd jî daxwaza aştiyê dikim.
Aktîvîsta Swîsreyî: Merhaba Yûsûf, ez jineke Azerî me û li Swîsreyê me. Min ji hevalên xwe yên Kurd ên li Kanadayê çalakiya te bihîst. Ji bo piştgiriyê bidim te vî dîmenî dişînim. Ya ku tu dike tiştekî gelekî mezin e û bi rêzdarî pêşwazî dikim. Hêvî dikim tu yê bi ser bikeve. Ji bo tevahiya gelê Kurd jî daxwaza jiyaneke azad dikim.
