Hevserokên HDP’a Colemêrgê destek dan greva birçîbûnê ya Leyla Guven û diyar kirin ku ew heta dawî li pey têkoşîna mafdar in.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di roja 5’emîn didome. Hevserokê HDP’a Colemêrgê Zeynep Kaya û Sînan Kaya piştgirî dan çalakiyê û xwestin Guven demildest bê berdan.

‘EM WEK JINÊN COLEMÊRGÊ LI GEL WEKÎLA XWE NE’

Zeynep Kaya diyar kir ku biryar greva Guven biryarek di cih de ye û got: “Em li cem vîna xwe Leyla Guven a bûye temsîla jinan e. Cotstandartiya hikumetê ya li dijî vîna gelê Colemêrgê û jinan xwe da nîşandan. Em wek jinên Colemêrgê li gel wekîla xwe ne. Nêzîkatiya li dijî Guven dide xûyakirin ku demorkrasî dilopek jî nemaye û demokrasiyê ber bi tariyê ve dibe. Em biryara birêz Guven di cih de dibînin û li gel wê cih digirin.”

‘LI CIHEK DEMOKRASÎ TUNE BE, TÊKOŞÎN HEYE’

Hevserok Sînan Kaya jî destnîşan kir ku greva birçîbûnê ya Guven peyamek e ji bo hemû gelê Colemêrgê û wiha got: “Em çalakiya birêz Guven bi rêzdarî silav dikin û destek dikin. Li cihekî demokrasî tune be mirov li wir bewhsa hiqûqê bike. Wexta ev tunebin mirov jî têkoşîna xwe ya alternatîf dide nîşandan. Enes Berberoglu bi cezayê muebetê dihat darizandin lê niha li parlamentoyê ye. Divê heman pêkanîn ji bo Guven jî derbas bibe. Birêz Guven vîna sed hezar kesî ye. Niha vîna sed hezar kesî di bin piyan de ye. Li dijî van biryarên dij hiqûqî em çalakiya parlamentera xwe pîroz dibînin.”