Der barê belgeyên ku nîşan didin di Komkujiya Dersimê de gazên Elmanya hatine bikaranîn, hikumeta Berlînê got, ’em pê nizanin’. Parlamentera Partiya Çep Jelpke ji ANF’ê re got, Elmanya ji Dersimê heta Helebçeyê şirîkê hemû sûcên li Kurdistanê ye.

Rojnameya Dersimê di meha Gulanê de belgeyeke bi îmzeya Mûstafa Kemal weşandibû ku di wê belgeyê de eşkere dibû ku dewleta Tirk gazên bi jehr ên di qirkirina Dersimê de bi kar anî ji Elmanya Nazî wergirtiye. Piştre jî rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Junge Welt ên li Elmanyayê tên weşandin lêkolînên berfireh ên der barê mijarê eşkere kiribûn.

Hevkariya Elmanyayê ya di sûcê Qirkirina Dersimê de ku sala 1937’an dest pê kir û sala 1938’an bi dawî bû bi hewldana Partiya Çep di destpêka meha Tîrmehê de ketibû rojeva Meclîsa Federal.

Bi hewldana parlamenter Ulla Jelpke, Dr. Andre Hahn û Gokay Akbûlût, koma Partiya Çep pêşnûme pirsek pêşkêşî meclîsê kiribû û hevkariya gaza bi jehr a Elmanya Nazî û rejîma Enqereyê eşkere kiribûn.

BERSIVA ‘EM ÊŞA WAN FÊHM DIKIN, LÊ MESELE NE YA ME YE’

Wekîlan di pêşnûme pirsa xwe de ji Hikumeta Federal a bi Serokwezaretiya Angela Merkel xwestin ku bersivê bidin wan. Der barê gazên Elman ên li Dersimê hatin bikaranîn pirsên berfireh kirin.

Hikumeta Federal jî di 15’ê Tîrmehê de bersivek ji wekîlan re şand. Di bersivê de ku gihîşt ANF’ê tê dîtin, hikumeta Berlînê xwe ji bersivdana gelek pirsên Partiya Çep vedigire.

Wekîlan di pêşnûmeyê de ragihandin, “Belge berpirsyariyê dixe ser milê Hikumeta Federal ku der barê komkujiya li Dersimê karekî siyasî û dîrokî bike.” Rêveberiya Berlînê der barê vê nêrînê de cara duyemîn şîroveyeke wiha kir: “Hikumeta Federal êşa qurbaniyan û xizmên wan fêhm dike. Lê belê karê siyasî û dîrokî divê li Tirkiyeyê bê kirin.” Hikumetê heman şîrove di meha Nîsanê de di bersiva xwe de kiribû.

Di bersivê de hate ragihandin ku haya hikumeta federal ji nûçeyên der barê belgeyên nû de heye û ji bo belgeyên dawî yên ku ispat dikin li Dersimê gazên Nazî hatine bikaranîn wiha hate gotin: “Ji bilî nûçeyên li medyayê agahiyeke berfireh li gel me nîne. Lêkolîn û şîrovekirina belgeyan bi rengekî bê alî tenê bi karekî zanistî dikare bê kirin.”

Hikumeta Merkel her wiha ragihand ku amade ne alîkariyê bidin karekî li Tirkiyeyê der barê bûyerên li Dersimê qewimîn û para Elmanyayê ya wê demê lêkolîn bike.

Pirsên; gazên bi jehr ên li Dersimê hatin bikaranîn ji aliyê kîjan fîrmaya Elman ve hatin hilberîn, rejîma wê demê firotina wan pejirand an na, di sala 1937’an de balafirên şer ên bi tîpa Heinkel He111 ji Tirkiyeyê re hatin firotin an na û gelek pirsên din bê bersiv hatin hiştin.

‘TÊ JIBÎRKIRIN KU 200 HEZAR DERSIMÎ LI VÊ DERÊ DIJÎN’

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke der barê daxuyaniya “Divê karê der barê Dersim 38 de li Tirkiyeyê bê kirin” nerazîbûn nîşan da û ji ANF’ê re ragihand ku şopa qirkirin û koçberkirina wê demê ya ji Dersimê hîn jî didome.

Jelpke diyar kir, gotina ‘hikumeta Elman êşa Dersimiyan fêhm dike’ erênî ye û destnîşan kir, lê belê mesele ne tenê ya Tirkiyeyê ye, di heman demê de meseleya Elmanyayê ye.

Siyasetmedara Partiya Çep a xwedî tecrûbe bangeke wiha li hikumetê kir: “Du sê nifş in ku 200 hezar Dersimî li Komara Elmanyayê ya Federal dijîn. Ji ber vê yekê divê bîrdarî û projeyên ku bûyerên li Dersimê vedibêjin li vê derê jî hebin.”

Jelpke bi bîr xist, di belgeyan de eşkere dibe ku gazên li Dersimê hatine bikaranîn ji aliyê Serokkomarê Tirk ê wê demê Mûstafa Kemal Ataturk ve ji Elmanyayê hatine peydakirin û got, “Her wiha ji balafirên Heinkel He111 ên li Elmanyayê hatin hilberandin bombeyên gazê hatin avêtin. Belge û agahî hemû nîşan didin ku ji Dersimê heta Helebçe ya sala 1988’an êrîşên bi gazên kîmyewî, sûcên li dijî Kurdan hatine kirin bi gazên Elman hatine kirin, gazên Elman di xizmeta kujeran de bûn.”