HPG’ê bîlançoya şer a meha Cotmehê eşkere kir. HPG’ê got: Di 278 çalakiyan de 205 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Di şer de 12 gerîla şehîd bûn.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
Milîtanên fedaî yên Tabûra Nemiran hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn 1’ê Cotmehê li Enqereyê bi çalakiya xwe ya dîrokî têkoşîna meha Cotmehê dan destpêkirin.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî ev ruhê bilind, wêrekî, pîvana fedaîtiyê, profesyonelî û pêşengiya demê ji xwe re kirin mînak û ji Serhedê heta Amed û Mêrdînê, ji Metînayê heta Zap, Avaşîn û Xakurkê her roj çalakî kirin û derbên giran li dijmin xistin.
Rejima Tirk a dagirker, rejîma wê ya faşîst û medya wê ya şerê taybet hewl dan ku rastiya şerê li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, encamên vî şerî ji civaka Tirkiyeyê, ji raya giştî veşêrin.
Encamên rojane yên vî şerî û dîmenên çalakiyan pêşkêşî gelê me û raya giştî hate kirin û bi vî rengî rastî hate nîşandan.
HPG’ê anî ziman, ev encam bi saya têkoşîna hevrêyên me yên şehîd hatin afirandin ku bi kedeke mezin û ruhê fedaî têkoşiyan û wiha dom kir:
Di meha Cotmehê de hevrêyên me Rojhat Zîlan (Özkan Şahin), Erdal Şahîn (Hasan Oğuz), Îbrahîm Tolhildan (Bilal Şahîn), Nûrhak Dêrik (Ramazan Temel), Jîndar Rûmet Meyaser (Berjîn Arşimet), Zagros Besta (Ahmed Çorto), Huseyîn Pîran (Cahit Aktay), Rûken Zîlan (Zeynep Sevim), Cudî Çekdar (Kıymet Özmen), Bedran Merdan (Nazım Hikmet Ülgen), Ciwan Amed (Onur Kamiloğlu), Seyit Brûsk (Muhammed Gönyeli) bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
HPG’ê got, Êrîşa dagirkeriyê ya ku dewleta tirk adagirker 7’ê Cotmehê li herêma Barzanê destpê kir û hîn jî dewam dike, planên qirêj ên mêtingeran raxist pêş çavan.
Artêşa Tirk li kûrahiya herêma Barzanê û herêmên bilind bi cih bû û bi vî rengî armanca xwe ya dagirkirina hemû qadên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê bi şênberî nîşan da.
Hêzên PDK’ê li xeta Girê Amediyê û Metînayê leşkerên Tirk li kêleka çeperên xwe bi cih kirin;
Bûyerên ku di nava meha dawî de qewimîn nîşan dan ku dewleta Tirk PDK ji xwe re kiriye cerdevan û wê weke leşkerekî li ber destê xwe bi kar tîne.
HPG’ê bîlançoya şer a meha Cotmehê bi vî rengi da:
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK
Êrîşa bi balafirên şer: 201
Êrîşa bi çekên kîmyewî: 39
Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî: 137
Êrîşa bi droneyên bombebarkirî: 197
HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD
Hevrêyên me yên şehîd bûn: 12
ÇALAKIYÊN GERÎLA
Bi giştî çalakiyên gerîla: 278
Kemîn: 1
Serdegirtin: 1
Êrîş: 1
Sabotaj: 6
Çalakiya gerîla ya koordîneyî: 18
Sekvanî: 56
Şer, lêdana derbê, destwerdan: 83
Çekên giran: 112
KUŞTIYÊN DIJMIN
Hejmara giştî ya dagirkerên hatin cezakirin: 205, ji wan 3, dagirkerên payebilind in. 38 jî birîndar bûn.
AMÛRÊN HATIN ÎMHAKIRIN
Trafo: 1
Radar: 2
Drone: 6
Çeper: 10
Sîstema kamera ya mobesse: 13
Kon: 17
YÊN DERB LI WAN HATE XISTIN
Helîkoptera Skorsky: 2
Wesayita zirxî ya bi tîpa Kîrpî: 1
Kepçe: 3
Bombeavêj: 1
Çeper: 55″