Ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan wê di 18’ê mijdarê de ji gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi navçeya Bursa Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” were lidarxistin.

Xebatên ji bo vê meşê îro-13’ê mijdarê li Îzmîrê bi daxuyaniya çapemeniyê têne ragihandin.

Tê armanckirin ku heta 16’ê mijdarê li 35 cihên cuda yên li bajêr civînên gel bên lidarxistin.

Rêveberiyên partiyên siyasî û saziyên li bajêr têkildarî tecrîda li Îmraliyê û meşa 18’ê mijdarê axivîn.

Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sabrî Gul got:

“Îmrali veguheriye îşkencexaneyeke taybet, êdî tecrîd meseleyeke navnetewî ye. Têkoşîna li dijî tecrîdê navenda xebatên me ye. Meşa Gemlîkê jî parçeyekî têkoşîna me ye û gelek girîng e. Aramiya ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk were di azadiya fizîkî ya birêz Ocalan re derbas dibe.”

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gonul Yalçin, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê bi taybetî jinan hedef digire û got:

“Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe em hemû jinan û gelê xwe vedixwînin meşa ber bi Gemlîkê ve.”

Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Mahsûm Koç jî diyar kir ku mafên makeqanûnî yên Abdullah Ocalan tên xespkirin û divê demildest tecrîd bê rakirin.”

Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE- TUHAYDER) Leyla Kaygisiz jî got:

“Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe divê em hin tiştan bikin. Em her kesên ji bêwijdaniya tecrîdê re dibêjin ‘bes e’ vedixwînin meşa ber bi Gemlîkê ve.”

Ji Stenbolê jî xebatên ji bo meşê berdewam dikin.

Welatiyên tev li civîna gel li navçeya Çekmekoy a Stenbolê bûn, girîngiya meşa 18’ê mijdarê anîn ziman û banga tevlibûnê kirin.

Welatiyan anî ziman ku dewlet dixwaze bi tecrîdkirinê rêber Ocalan bide jibîrkirin û xwestin her kes ji sûcê mirovî yê li dijî Ocalan re bêje ‘na’.”

Welatiyên Stenbolê gotin:

Kûrbûna tecrîdê li hemû erdnîgariyê zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike. Divê kes vê tecrîdê qebûl neke. Bi taybetî gelê kurd em bang li hemû parazvanên hiqûq û demokrasiyê dikin ku piştgiriyê bidin vê meşê.”