Sîraç Çelîk got; Ez û heval Leyla Ayaz namzêdên Şaredariya Rezanê ne.

Şaredariya Rezan ji aliyê AKP’ê ve hate desteserkirin û 5 sal in bi gendeliyê di rojevê de ye.

Min li Enqerê, beşa Nexşe û Kadastro qedandiye û bi salan e xebatên sendîkayê dimeşînim.

Yek ji damezrînerê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê me.

Em weke zarokên vî bajarî, hemû pirsgirêkan dibînin.

Pergala li vir polîtîkaya şer e. Ji van polîtîkayan ya herî xerab fuhûş û hişbir e. Em ê bi gelê xwe re vê qirêjê paqij bikin.

Sîraç Çelîk diyar kir ku ew ê pêşniyarên gelê xwe esas bigirin û biryarên hevpar bidin.

Gel rêxistinkirî ye û li hemberî her zorê bi îrade ye.

Salek berê erdhej çêbû û herî zêde bandor li navçeya Rezan bû.

Di pavojaya erdhejê de me li hevgirtina gelê xwe dît.

Em ê li vê hevgirtinê xwedî derkevin

Sîraç Çelîk herî dawî got;

Li Rezan, piraniya welatiyên me bi mûçeyê herî kêm kar dikin.

Ji bo vê jî em ê bi partiya xwe re kooperatîfan ava bikin.

Beriya her tiştî em ê ji bo çareseriya pirsgirêka avaniyan kar bikin.

Em ê gazinên gelê xwe ji holê rakin û dawî li êş û azarên wan bînin