Nobeta Edaletê, li Amed, Wan, Stenbol, Edene û Mêrsînê ji bo piştgiriya kampanya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” dewam dikin.
Li Amedê, Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUAY-DER’ê li avahiyê DEM Partiyê ya Rezan, di roja 18’an de dewam dike.
Rêveberên jin yên DBP’ê û DEM Partiyê yên Farqînê, endamên meclisa şaredariyê serdana nobeta edaletê kirin.
Dayika Aştiyê Layîhe Arşîmen banga: “Em piştgiriyê bidin çalakiyê û tecrîdê rakin kir.
Çalakiya nobetê bi stranên bi erbaneyê re hatin gotin berdewam kir.
Li Wanê, Nobeta Edaletê bi pêşengtiya TUAY-DER’a Wanê li avaniya DBP, di roja 17′ de dewam dike.
Ji beşdarên “nobeta edaletê” Eynê Atabay axivî û got; Zarokên me yên di girtîgehan de di 27’ê Mijdarê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ji bo ku çalakî bêdem nebe divê pergala tecrîdê were rakirin. Rêber Apo jî azad bibe.
Çalakî bi klamên ku beşdarvanan got dewam kir.
Li Stembolê, çalakiya nobetê, bi pêşengiya MATUHAY-DER, li DEM Partî, di roja 8’an de dewam dike.
Malbatên girtiyan yên çalakiyê didomînin diyar kirin ku heta encamekê bi destbixin ew ê çalekiya xwe dewam bikin û bang li her kesî kirin ku têkoşinê bikin.
Li Mêrsînê jî, “Nobeta Edaletê”, bi pêşengiya Çukurova TUAY-DERê, di roja 18’an de dewam dike.
Jinên şêniyên Taxa Yenîşehîrê çêne serdana nobetê û qûrnefîl dane dayik û welatiyên di çalakiyê de.
Saniye Akbay got; Li zindanan gelek nexweşên me hene. Em dixwazin ew werin berdan. Em dixwazin Serokatiya me azad bibe û tecrîda li ser gelê me rabe. Girtiyên siyasî rûmeta me ne.”
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Eren jî bang li dayikan kir ku tevlî niobeta edlatê bibin.
Li Edenê jî, Nobeta Edaletê bi pêşengiya ATUHAY-DERê, di roja 18mîn de dewam dike.
Ji bilî Dayikên Aştiyê nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatiyan piştgiriya çalakiyê kirin.
Serdan jî her roj têne kirin.